Navenda Giştî yê HUDA PARê bi daxuyaniya nivîskî ya ku belav kir rojeva derve û hundir nirxand.
Di pêvajoya referandûmê de tehlûkeya berberiyê
Di daxuyaniyê de qala kampanyayên ku di pêvajoya referandûmê de tên kirin hat kirin û dû re wiha hat destnîşankirin: “ Di pêvajoya referandûmê de xebatên ku partî ji bo referandûmê dikin çi qas tabîî bin û lazim bin; bi heman awayî jî ne lazim û hewce ye ku qerara ‘Erê’ û ‘Naxêr’ wek ‘Şerê man û nemanê ‘ bê nîşandan ku ev yek sunî û nelazim e. Çawa ku em beriya referandûmê digel hev dijîn, bi heman awayî em ê piştî referandûmê jî digel hev bijîn. Ji ber vê minasebetê pêwîst e beriya referandûmê hemû kes xwe ji kiryar û gotinên ku dê bibin sedema cudabûna civakê û dê bibin sedema rageşiyê mihafeze bikin û divê haya xwe ji van bikin.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin di ya rastiyê de di nava civakê de berberî tune ye; lê ev berberî û rageşiya ku di nava civakê de rû daye ji ber gotin û kiryarên siyasetmedaran e ku divê kesên siyasetmedar jî haya xwe ji usluba xwe bikin.
“Hikûmet ji bo ku nebe terefê pevçûneke nû divê gelek zêde bi dîqet be”
Di berdewama daxuyaniyê de di derbarê mijara rageşî û geşedaniyên li Sûriyê de wiha hat ragihandin: “ Tiştên mîna; wek serok hilbijartina Trump, ji teref DYAyê ve zêdetir mudaxilbûna Sûriyê, bi eşkere bilêvkirina fikra hêzên ewlehiyê û operasyona ku dê li Reqqeyê bê kirin, pêvajoya ku li Astanayê berdewam dike destnîşan û diyar dikin ku di meseleya Sûriyê de ew ê hamleyeke alternetîf dest pê bike. Em tu pêvajoyên ku dê di wateya prensîbî de welatên li heremê bînê pêşberî hev û di encamê de ne siyaset dê çek bên bikaranîn, bi sihhet û rast nabînin. Pêwîst e hewil bê dayîn da ku îradeya siyasî ya ku ji Astanayê derketiye bê muhafezekirin. Her wiha divê hikûmet di serî de di meseleya Minbic û El-Babê de û her wiha di wan meseleyên din ên wekî araziyên bi mayin de haya xwe ji xwe bike da ku nebe terefê pevçûneke nû.”
“ Terknekirina Şingalê ya PKKê, ji serî heta binî provokasyon e”
Di berdewama daxuyaniyê de di derheqê hebûna PKKê ya Şingalê de jî daxuyaniyên girîng hatin dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin PKK di bin navê Herama Şingalê ji DEAŞê xelaskirinê de li wir bi cî bûye û wiha pê de hat çûyîn: “ PKKyê ku di bin navê Şingalê ji DEAŞê xelaskirinê de li heremê bi cî bûye di van rojên dawî de digel ku Hikûmeta Kurdistanê ji bo ji heremê derkevin hişyarî dabe wan jî heremê terk nake û bi Pêşmergeyan re dikeve pevçûnê ku ev yek ji serî heta binî provakasyon e. Ev rêxistina ku li Tirkiyê û Sûriyê li heremên ku di bin kontrola xwe de digre qet tehemûlî komên muxalif nake û dixwaze wan ji holê rake. Ev rêxistina ku vê helwestê nîşan dide dixwaze heman helwestê û kiryarê li Herema Kurdistana Iraqê jî nîşan bide. Weke ku tê zanîn PKK-PYDli Sûriyê ji bo rageşî zêdetir nebe hinek gundên di destên xwe de teslîmî hêzên rejîmê kir. Dema ku ev geşedanî bi hev re bên nirxandin diyar dibe ku helwesta PKK-PYD ya li hember Pêşmergeyan ji kî re û ji çi re xizmetê dike.”
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ji mirinên ku di pevçûna di navbera hêzên Pêşmerge û mîlîtanên rêxistinê derketine de pêk hatine PKKyê ku qet guh nade hişyariyan mesûl e û wiha hat destnîşankirin: “ Pêwîst e temamê rêxistinên bi rêxistî yên xelkê Kurd li dijî tewr û helwesta PKKê dengê xwe bilind bikin û vê yekê qebûl nekin.
Zilmên ku li ser alema Îslamê tên kirin
Di daxuyaniyê de dîqet li ser wehşeta ku li Mislimanên Arakanî tên kirin hat kişandin û wiha hat diyakirin: “ Dr. Hla Kyawê Serokê Konseya Rohîngyayê ya Ewrûpayê di daxuyaniya ku da bû de destnîşan kiribû ‘li Myanmarê temamê camî û mekanên dînî hatine girtin, ji ber vê yekê jî li wê derê nikare mehr bê birîn û xelkê Misliman a Arakanê bi jenosîd û kirkirineke ku di tarîxê de mînaka wê tune ye rû bi rû maye.’ Li Arakanê ji zarok û pîrekan re destdirêjî tê kirin, însan bi saxitî tên şewitandin, bi dehhezaran însanan ji war û malên wan didin koçkirin û sûcên herî giran ên ku ketine nava raporên YEyê jî tên kirin. Di çarçoveya van agahiyan de li Arakanê îxtîmal e her kesê ku Misliman be li rasta van zilm û tiştan were.”
Hat diyarkirin ji ber qrîza birçîbûnê li Yemenê gelek kes dimrin û wiha hat destnîşankirin: “Li gor daneyên YEyê li Yemenê nêzî 19 milyon însan muxtacê arîkariyê ne û 7 milyon însan jî bi xelayê re rû bi rû mane.Diviyabû welatên Îslamê ji ber vê rewşê temamê îxtîlafan danîbana rexekî û li hember van zilmên ku arşa ala dilerizîne destê alîkariyê ji birayên xwe yên Misliman re dirêjkiribana; hinek kes bi rêjîma terorê ya sîyonîst re hevkariyê dikin. Ev yek dibe sedem ku zilm zêdetir bibe û dijminên Îslamê jî kustaxtir bibin.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin divê Yekîtiyeke wisa ya Îslamê bê avakirin ku bêyî nihêrtina meşreb û mezheb li kû derê ji Mislimanekî/ê re zilm bê kirin li dijî rabe û destûr nediye û divê temamê welatên Îslamê di bin sîwana xwe de bigre. Pêwîst e ev Yekîtiya Îslamê bi pêşaniya her Mislimanî.(ÎLKHA)