Huda Par Rojevê Nirxand

Partiya Doza Azad Huda Par, li Diyarbekir bi civîna medyayî rojeva derve û hundir nirxand. Beyanat ji teref berdevkê partiyê Mehmet Yavûz ve hat diyarkirin.

Partiya Doza Azad Huda Par, li Diyarbekir bi civîna medyayî rojeva derve û hundir  nirxand. Beyanat ji teref berdevkê partiyê Mehmet Yavûz ve hat diyarkirin.

Mehmet Yavûz li ser pêşbirka xweşikahî(!) ya ku tê xwestin li Diyarbekir bê lidarxistin weha got “Ev organîzasyon, ne ji bo nasandina bajêr û ne ji bo menfîeta millet e. Millet bi vê derewê bawer nake. Divê Walîtî û rayedarên saziyên din, destûr û îznê nedin vê organîzasyonê.”

Mehmet Yavûz li ser meselê din jî wiha peyivî “Rêziknama kinc û bergan ya walîtiya Îzmîrê ya ku ji saziyan re şandiye, eserê dewra cûntayê ye. Talîmatnama walî, herbê li bawerî û muqeddesatên millet vedike. Famkoriya dewleta ûlûs, hê dewam dike. 

Divê rêkûpêkkirinên qanûnî bê kirin da ku, li deverên ji qamûyê re vekirî, tiştên araq û xerabî bên yesaxkirin. Di zêdebûna hejmara hevberdanan de, têkiliyên heram û ğeyrî meşrû, araq û qûmar tesîreke mezin dikin. Li hepsan hê îşkence dewam dikin. Divê van îşkence bên eşkerekirin.

Li Araqanê di her dû hefteyên dawîn de, li muslumanan qetlîamên mezin tên kirin. Hewce ye ummeta Îslamê, li ber van zulm û wehşetan werin ser xwe. Zulma zalimê Esed, zû dereng wê bi zafera milletê musluman bi dawî bibe. Divê muslumanê cîhanê adîlane li ber rewşa Sûriye tevbigerin û xwedî basîret bin.”

Li ser uzir xwestina Îsraîl jî wiha got “Bila bê zanîn ku bawerî bi soza şebeka terorê ya siyonîst nayê.” bangaheq

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar