HUDA PARê ku di derbarê şerê Sûriyê û xebatên pêvajoya makeqanûna nû de daxuyaniyan da diyar kir welatên Îslamê her roja ku derbas dibe haziriya şer û pevçûnan dikin û ji rexê din vê jî ew emperyalîstên ku di pişta perdê de şer û pevçûn xurt dikin li ber çavên çapemeniyê qaşo qerarên agirbestê distînin û bi vî awayî ew emperyalist tîyartoyê didin lîstandin.
Di daxuyaniya nirxandina rojevê ya ku ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve hatiye weşandin de di derbarê gavên ku divê di derbarê mijara Sûriyê de pêwîst e welatên Îslamî biavêjin daxuyaniyên girîng hatin dayîn.Her wiha di daxuyaniyê de di derbarê mijara pêvajoya makeqanûnê de gavên ku pêwîst in bên avêtin hatin nirxandin û agahiyên balkêş hatin parvekirin.
Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat ragihandin şerê li Sûriyê dê encax bi muzakareyan dikare bi dawî bibe û wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Ew şerê Sûriyê ya navxweyî ya ku ji ber zilm û zextên rejîma Baasê di sala 2011an de dest pê kir encax wê bu muzakareyan bi dawî bibe.Hatiye tecrubekirin ku ev yek bi şer bi dawî nabe û ev şer encax bi rêya sulh û muzakare dikare were çareserkirin.Ev yek bi şiklekê êş û zehmetî hatiye tecrûbekirin.”
“Welatên Îslamê pêşanî nedane menfeatên birayên xwe yên li Sûriyê, pêşanî dane berjewendiya dewletên emperyalîst ên ku li cem wan cî girtine”
Di berdewama daxuyaniya ku hat dayîn de hat ragihandin welatên Îslamê pêşanî nedane menfeatên bira ên xwe yên li Sûriyê , pêşanî dane berjewendiya dewletên emperyalîst ên ku li cem wan cî girtine û dûvre wiha pê de hat çûyîn: “Zêdetir mirin û şidet ne çareseriyê bêçareseriyê derdixe holê.Heger bi vî awayî be ew ê wê demê sulh û aşîtî ji holê rabibe. Ji destpêka şerê Sûriyê heta niha welatên Îslamî her yek ji wan di terefekî de cihê xwe girtin.Ew welatên Îslamî bi vî awayî pêşanî nedane menfeatên birayên xwe yên li Sûriyê , pêşanî dane berjewendiya dewletên emperyalîst ên ku li cem wan cî girtine.”
Di berdewama daxuyanî de di derbarê rojevê de wiha nirxandin hatin kirin: “Welatên Îslamî her roja ku derbas dibe ji bona ku bi hevdû re şer bikin haziriyên xwe zêde dikin. Lê ji rexê din ve jî ew dewletên emperyalîst yên ku li ber raya giştî qerara agirbestê distînin di pişta perdeyan de şer û pevçûnê xurt û gur dikin.Ew kes xwe wek aşîtîxwaz û welatên Îslamî jî wek dildarên şer nÎşan didin.Di vê tabloyê de tê dîtin ku welatên Îslamî dibin fîguranên li ber çavan.Heta ku di navbera terefên ku şer dikin an jî ew welatên ku bi veşartî an jî eşkere destekê didin van terefan de agirbest neyê kirin ev agirbest mayînde namîne.Heger ev agirbest di naveyna Emrîka û Rûsyayê de bê kirin ne mumkin e ku ew agirbest mayînde be .Lewra ev gotina haneke ‘Emperyalizm û marksîzîm wek her du devên meqesê ne.Ev her du dev û rex encax ji bona Îslamê qutbikin an jî jê bikin tên bal hevdû’ hêj rojane ye.”
“Heger li Sûriyê agirbesteke mayînde tê xwestin divê temamê kom û beşên cuda yên li heremê daxilî pêvajoyê bên kirin”
Di berdewama daxuyaniyê de hat ragihandin welatên emperyalîst hewl didin da ku sînorên welatên Îslamê cardin xez bikin û wiha li daxuyaniyê hat zêde kirin: “Welatên emperyalîst di nava xwe de li hevkirine û dixwazin ku di 100emîn salvegera Sykes-Pîcotê de ji nû ve sînorên welatên Îslamê xez bikin. Şibhe êdi di vî tiştî de tune ye ku dewletên emperyalîst van gavan ji ber ku ji berjewendî û menfeatên wan re xizmetê dikin diavêjin. Heger li Sûriyê agirbesteke mayînde tê xwestin divê temamê kom û beşên cuda yên li heremê daxilî pêvajoyê bên kirin.Divê hilbijartineke adilane di vê dorhela agirbestê de di çavderiya çavdêrên bêteref û xweser de li Sûriyê bê kirin û divê di serî Esed û her wiha hêzên li nava Sûriyê û derveyî Sûriyê li dijî vê hilbijartina ku wê bê kirin de bi hurmet û rêzdar bin.”
“Divê ew maddeyên ku eserên zihniyeta nijadperistî û Kemalîst in bi temametî ji makeqanûnê bên derxistin.”
Di daxuyaniya ku hat dayîn de di derbarê makeqanûna nû ya ku tê xwestin bê amadekirin de jî wiha nirxandin hatin kirin: “Hewldanên komisyona ku ji nûnerên partiyên ku komên wan di meclîsê de hene pêk tê gavên êrenî ne; lê kêm in.Her çiqas partîya muxalefeta serekê 4 madeyên ewil yên mekaqanûnê û meseleya serokatiyê ji xwe re wek xeza sor diyar kiribe û ev xezên sor her çiqas çêkirina makeqanûna nû têxistibe zehmetiyê jî ji bona mesleheta xelkê ma be divê partiyên din ên ku di komisyonê de ne divê xebatên xwe bidomînin. Divê ew maddeyên ku eserên zihniyeta nijadperistî û Kemalîst in bi temametî ji makeqanûnê bên derxistin.Her wiha ew metnên ku di nava wan de tê diyarkirin ‘nikarin bên guhartin û guhartina wan nikare bê teklif kirin’ jî divê di makeqanûnê de cî ji wan re neyê dayîn.”
“Divê bingeha makeqanûna nû bi îstîşare û îştîraka partiyên nava meclîsê û derveyî meclîsê bê avêtin”
Di daxuyaniya ku hatiye weşandin de hat diyarkirin bingeha makeqanûna nû bi îstîşare û îştîraka partiyên nava meclîsê û derveyî meclîsê divê bê avêtin û dûvre wiha pê de hat çûyîn: “Divê dewlet makeqanûneke li gor nirx û baweriyên xelkê amade bike. Û divê di pêvajoya amadekirina vê makeqanûnê de hincet û bihane neyên derxistin. Bingeha makeqanûna nû bi îstîşare û îştîraka partiyên nava meclîsê û derveyî meclîsê bê avêtin da ku netîceyek were bi dest xistin.”
“Hejmera hemîletiyên ku bi kurtajê hatine bidawîkirin gihaştiye sed hezaran”
Di dawiya nirxandinê de bal li ser mijara kurtaj û qetlîama bebekan hat kişandin û di derbarê mijarê de wiha hat ragihandin: “Ew kurtaja ku di sala 1983an de hat serbestkirin hêj têt tetbîqkirin Li gor agahiyan ji her 100 hemîletiyê 10 ji wan bi kurtajê têtin bidawîkirin.Bi vî awayî hejmera hemîletiyên ku bi kurtajê hatine bidawîkirin gihaştiye sed hezaran. Ev sepana kurtajê yê ku tu hinceta kirina wê tune ye him ji aliyê Îslamî ve û him jî ji aliye însanî ve ne exlaqî ye û her wiha cinayet e.”
Di dawiya nirxandina ku hatiye kirin de ji bona pêşiya kurtajên ku tên kirin bên girtin bang hat kirin û wiha dawî li nirxandinê hat dayîn: “Ji bona ku pêşiya wan qetlîamên ku di bin kurtajê de tên kirin bê girtin divê di sînorên Îslamî de birêkûpêkkirinên nû bên kirin.”(ÎLKHA)