Partiya Doza Azad, bi tevî leza xwe vekirina teşkîlaten xwe yên nû didomîne. Bi beşdariya Serekê Giştî Parêzer Huseyîn Yilmaz û alîkarê serek Mehmet Yavûz bînayên qeza Kahta û Samsatê yên Partiya Doza Azad hatin vekirin.
Di merasîma vekirinê a Kahtayê de serekê teşkîlata qezayê Bedîr Elçî xeberdanek kir. Elçî, di xeberdana xwe de beyan kir ku amanca wan ew e ku kêmasî û şaşîtiyan ji holê rakin.
Serekê Huda Parê Huseyîn Yilmaz jî go: “Sedemên ku em wek partiyekê derketin holê hebûn. Pirsgirêkên coğrafya me û bêçaretiya di hola siyasetê de hebû. Roja Huda Parê jî înşaAllah ji bo ku ji van pirsgirêkan re çare bibîne derket.”
Alîkarê Serekê Partiyê Mehmet Yavuz xeberdana xwe bi zimanê Kurdî kir.
Pey xeberdanan bînaya partiyê bi selewatan hate vekirin.
Rayedarên partiyê pey re ji bo vekirina teşkîlata partiyê çûn Samsatê.
Di vekirina Bînaya Teşkilata Partiya Doza Azad a li qeza Samsatê de, Serekê Partiyê û Alîkarê wî Mehmet Yavuz xeberdan.
Pey xeberdanên hatine kirin bînaya partiyê bi selewatan hate vekirin.
Di hêla dî de Teşkîlata bajarê Kırıkkale bi awayê resmî hate avakirin.
Serekê Partiyê a Bajarê Kırıkkale Mehmet Emin Çelik beyan kir ku teşkîlata wan bi awayê resmî vebûye û ji bo gelê me bi xêr ve.