HUDA PAR: Zama ji sedî 40 a ku li MTVê hat kirin divêbê betalkirin

Ji teref Serokatiya Îqtîsadî ya HUDA PARê ve derheqê zama ku di van pêlên dawî de li bacan hatine kirin de daxuyaniyek hat belavkirin.

“Xelk bendewar bû ku ji bo van mişkîle û zehmetiyan çareseriyên mayînde bê kirin…”

Di daxuyaniya ku ji teref Serokatiya Îqtîsadî ya HUDA PARê ve hatiye belavkirin de  hat diyarkirin ‘Zehmetî, derd û kûlên di qada îqtîsadî de yên pîşêsazkar, ticar û esnafan berdewam dikin’ û dû re wiha hat ragihandin: “ Xelk bendewar bû ku ji bo van mişkîle û zehmetiyan çareseriyên mayînde bê kirin; lê belê li rasta zama ji sedî 40 a ku li baca wesayîtên bi motor hat kirin hat. Ew zama ji sedî 40 a ku hat kirin di nava civakê de bû sedema înfîalê. Îqîtîsada welêt û rewşa xelkê nikare vê zêdebûn ango zama ku li bacan hatiye kirin rabike. Zêdebûna bihaya bacan tê xwestin bi parastina neteweyî ve bê girêdan ku ev yek girtina li ser xeletî û bêkerbûnên xwe girtine.”

Di berdewama daxuyaniyê de derheqê girtina Deriyê Sînor a Xabûrê de hat diyarkirin ger Xabûr bê girtin dê ev yek bibe sedema di serî de mişkîleyên îqtîsadî û her wisa dê bibe sedema derketina netîceyên neyînî yên civakî û siyasî.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin