HUDA PARê balan kişand li ser dijmintîyên ku li Ewrûpayê li hember Îslamê tên kirin

Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demîr derbarê rojeva derve de nirxandinan kir.

Demîr di daxuyanîya ku belav kir de derheqê dijmintîya ku li Ewrûpayê li hember Îslamê tên kirin û her ku diçe zêde dibe de nirxandinan kir.

“Herî dawî di 13ê Adarê de li Srî Lankayê burka bi hinceta ewlehîya neteweyî hat qedexekirin”

Demîr di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ew dijmintîya ku li hember Îslamê li welatên Ewrûpa nexasim jî li Fransa, Danîmarka, Almanyayê tên kirin û her ku diçe zêde dibe meriv dilmetirs dike û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Roj tune ye ku li welatekî êrîş li Mislimanan neyê kirin û li hember wan qedexeyek neyê sepandin.Herî dawî di 13ê Adarê de li Srî Lankayê burka bi hinceta ewlehîya neteweyî hat qedexekirin û hat destnîşankirin, ger ew medrese û mektebên Îslamî li gorî bernameya perwerdehîya neteweyî neyê hereketkirin ew ê bên girtin.”

“Ew dijberîya ku li hember  Mislimanan tên kirin wekî rêjeya  nîjadperestî û Neonazîzmê ye.”

Demîr di berdewama daxuyanîya xwe de balan kişand li ser tesîra menfî ya çapemenîyê û got: “Di pey dijberî û dijmintîya ku li hember Îslamê tê kirin de çapemenî û sazîyên medyayê hene û tesîra wan a menfî gelek mezin e. Heftîya borî ji teref Teşkîlata Hevkarîya Îslamî ve ji ber minasebeta Roja Micadeleya Dijberîya Îslamê ya Navneteweyî bernameyek hat lidarxistin û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres beşdarî wê bernamê bû û di wê bernameyê de destnîşan kir ‘Mixabin hinek kesên ku hêza medyyaê di destê wan de ye derheqê Mislimana  tiştên xelet û derew belav dikin. Ew dijberîya ku li hember  Mislimanan tên kirin wekî rêjeya  nîjadperestî û Neonazîzmê ye.’ Ew dijmintîya ku li hember bawerîyekê tê kirin  sûcê însanetîyê ye û ev yek îhlala hiqûqa navneteweyî ye. Divê Neteweyên Yekbûyî, sazîyên navneteweyî pêşîya vê yekê bigirin û gavinan bavêjin da ku azadîya bawerî û îbadetê bê parastin.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

34 mirî, 5 hezar û 635 birîndar
Parlamenterê HUDA PARê Faruk Dînç ziyaret kirin
Li Entelyayê di mezinahîya 4,3yan de erdhej
Weqfa Sêwîyan li Wanê alîkariya cil û bergan kir
Agirê ku li Êlihê di malekê de derketibû ji aliyê xelkê deverê ve hate vemirandin