HUDA PARê bertek nîşanî perwerdeya netewî

Serok Bajarê ya Partiya Doza Azad (HUDA PAR) a Batmanê, li dijî vê bûyera ku ji teref Midûriyeta Perwerdeya Netewî ve, di bin navê “Newroz”ê re, bi xwendekarên îmam xetîbê yên keç û kur tevlî hev govend dan girtin, bertek nîşan dan.

Serokbajarîya HUDA PARê a Êlihê, li dijî vê rezaleta ku ji teref Midûriyeta Perwerdeya Netewî Perwerdeya ve li îmam xetîbê hat li dar xistin bertek nîşan dan

Xwendekarên dibistana îmam xetîbê, bi tevlî keç û kuran, govend gerandin. Ev bûyera ku ji di bin navê “Newroz”ê re, ji teref Midûriyeta  Perwerdeya Netewî ve hat organîze kirin.

Di daxuyanıya HUDA PARê de hat îfade kirin ku vê bûyera ku di bin navê “Newroz”ê re, ji teref Midûriyeta Perwerdeya Netewî ve hatîye rast kirin û xwendekarên dibistana amedehiyê îmam xetîbê ya şaredarîya bajarê mezin û dibistana amedehiyê Selaheddînê Eyyubîyê, qîz û xort tevlî hev kirin û govend pê dan girtin.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku li dibistanê Îslam û ‘ilmê Îslamî tê de tê xwendin de, rezaleteke bi vî rengî ya qîz û xort tevlî hev hatîye rast kirin nayê qebûl kirin.

Daxuyaniya HUDA PARê wiha hat domandin:“Ev helwesta rêvebirên Midûriyeta Perwerdeyî, meriv ji berê şermê dike û pir ‘eybe. Di dewra hikûmeteke ku dibêje 'Nifşekî dîndar dixwazin' de, divê qaşo dibistan cîhê perwerdeya Îhyayê ba. Bikaranîna van cihan ya ji bo fesad û awanê  jî nayê qebûl kirin. Gelo bi van çalakiyên xwe xizmeta kê dikin?”

Di dawîya daxuyaniyê de hat dîyarkirin ku divê, kesên ji vê rezaletê re bûne piştevan, wek alîkarê parêzger, midûrê perwerdeya netewî a bajarê Batmanê û rayedrên wekî din, ji xelkê me yên misliman lêborîna xwe bixwazin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar