HUDA PARê derbarê êrîşê de daxuyanî da

HUDA PARê di derbarê êrîşa ku Sekreterê Bajêr Sacît Pişgîn şehîd bû û Serokê Bajêr Salih Demîr jî birîndar bû de xwest ku di zûtirîn dem de bûyer bê ronîkirin.

Di êrîşa ku ji teref 2 kesan ve bi satoran li dijî Serokatiya Bajêra Edeneyê ya HUDA PARê hat tertîpkirin de Sekreterê Parêzgehê Sacît Pişgîn şehîd bû û Serokê Parêzgehê Salih Demîr jî birîndar bû.

HUDA PAR: Em li bendê ne ku bûyer di zûtirîn dem de bê ronîkirin.

HUDA PARê jî li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê derbarê êrîşê de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Êrîşa hovane li dijî Serokatiya Bajêra me ya Edeneyê hat kirin! Serokê Parêzgeha me Salih Demîr û Sekreterê Parêzgeha me Sacît Pişgîn li mescîda Serokatiya Parêzgeha partiyê rastî êrîşa bi kêr hatin. Hevalekî me yê bi navê Sacit Pişgin ê ku piştî êrîşê rakirin nexweşxaneyê şehîd bû. Xweda rehma li şehîd bike û sebrê bide malbata wî.em wan kesên êrîşkar û wan zalimên ku di pey vê êrîşê de ne tel'în dikin. Em bendewar in ku bûyer demildest bê ronîkirin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno