HUDA PARê encamê referandûmê nirxand

HUDA PARa kudi derheqê encamên referandûmê de nirxandinan kir destnîşan kir di dîroka Tirkiyê de cara ewil bêyî tesdîqa Xerb, Xerbî û olîgarşiya burokratîk hetta digel ku li dijî disekinîn guhertina pergelê çêbûye.

Di daxuyaniya ku ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve hatiye dayîn de hat ragihandin digel pergela nû dê pergela parlamenteriyê bê rakirin, heyama koalîsyonan bi dawî bibin û dê mişkîleya du serî ji holê rabe.

 “Me helwesteke dîrokî nîşan da û di warê paşvexistina wesayeta navneteweyî, heremî û kuresel de bûn xwediyê erkeke girîng”

Di berdewama daxuyaniya ku hatiye dayîn de hat ragihandin HUDA PAR qet neketiye nava bazarî û hisabên biçûk û ji bo silamet û qenciya welêt tiştê ku li ser wî diket bi cî aniye. Dû re wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Me helwesteke dîrokî nîşan da û di warê paşvexistina wesayeta navneteweyî, heremî û kuresel de bûn xwediyê erkeke girîng. Di dema pêvajoyê de bi daxuyaniyên ku ma de me xwe ji gotinên ku dê bibin sedema bereberiyê mihafeze kir  û me hewil da da ku zimaneke ku di çarçoveya  biratî û digelheviya civakê de bi kar bînin.”

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin encamên referandûmê peyamek daye û wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “ Encamên refendandûmê ji muxalefet û saziya siyasetê re nîşan daye ku xelk terefdarê guherînê, terefdarê çareserkirina mişkîleyan bêyî ku pevçûn çêbibin e û dîsa nîşan daye ku xelk ne terefdar e ku siyaseteke ku bibe sedema berberî û dabeşkeriyê . Ji bilî van di netîcê de dîsa encam diyar kirine ku xelk digel cudahiyên xwe riya jiyana digelhev bijartiye.”

 “Divê nasnameyên qewmî û  baweriyên cûda bên nasîn”

Di daxuyaniyê de her wiha hat  diyarkirin divê ji berberiyê dûr bê sekinîn û temamê blokên civakî bên muhatabgirtin. Dû re wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “ Divê nasnameyên qewmî û  baweriyên cûda bên nasîn; divê ewlehiya nesl, eql, mal, can û dîn a hemû kesî têxin bin temînatê û divê di çarçoveya edaletê de digel serdestiya hiqûqê   civakeke Hur û Adil bê tesîskirin. Digel temamê neyîniyên ku tên jiyan  tercîha siyasî ya xelkê Kurd a ku wesayeta çekdar a heremê red dikir baş bê xwendin. Divê ji zimanê hamasetê dûr bê sekinîn û di înşaya Tirkiyeya nû de telebên bi heq û meşrû di tu şertî de nebin behsa bazariyê û ev yek bên tedarikkirin.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe