Huda Parê Îlkha Zîyaret Kir

Huda parê lı ser revandına alî adıyamanê mıxabîrê ajansê, îlkhayê zîyaret kır. jı bo adıyaman û hedîseyê temennîya sılametîyê xwest.

Huda Parê li ser hedîseya revandina mixabîrê ajansa ÎLKHAyê, merkeza ajansê zîyaret kir û ji bo Ali Adiyaman temennîya silametîyê xwest.

Alîkarê serokê gîştî yê Huda Parê parêzer Huseyîn Yilmaz, serokbajarê Huda Parê yê Dîyarbekirê Şehmûs Tanrikûlû û berpirsyarê Ar-Geyê parêzer Necat Özdemîr beşdarî serdanê bûn.

Heyeta Huda Parê ji teref midûrê gîştî yê ajansê Mahmût Îrtem û midûrê xeberan Firat Han ve hat pêşwazîkirin.

Di serdanê de alîkarê serokê gîştî yê Huda Parê parêzer Huseyîn Yilmaz axivî û da zanîn ku medya guh û çav û zimanê civakê ye.

Yilmaz di dewama axaftina xwe de weha got: “Li vê herêma me ya ku em lê dijîn, ajansa ÎLKHAyê wezîfeke herî mezin pêk tîne. Di warê ku tiştê nayê gotin hûn dibêjin û tiştê nayê nivîsandin hûn dinivîsin de em vê helwesta we ya mêrane pîroz dikin. Em hêvî dikin ku birayê me yê mixabîr bi sağ û silametî vegere ser karê xwe. Ev êrîşên ku li mensûbên berpirsyar yên medyayê tên rastkirin, nayên qebûlkirin. Em bawer dikin ku kesên van êrîşan rast dikin, ji pêvajoya çareserîyê destekê digrin û êrîşên weha rast dikin.”

Yilmaz cext li ser vê yekê kir ku digel hemî tengasîyan jî, divê medya bêyî windakirina mêranîyê di muxabîrtîya durust de dewam bike. Yilmaz wiha got:

“Lazim e ku hûn digel neyênîyan bi ber xwe bidin û rastiyan bikin xeber. Ha ji orgutê ha ji hikûmetê kesên ku zirarê didin xelkê me, divê hûn bikin xeber û bibin dengê civakê. Em Huda Par bi we re ne û heta dawîyê destekê didin we. Çi li ser milê me bikeve, ji bo kirinê em amade ne.”

Midurê giştî yê Ajansa Xeberan a Îlkeyê Mahmût Îrtem jî ji heyetê re malavahiya xwe anî ziman û îfade kir ku ji ber vê hedîseya qirej a revandina muxabîrê wan de, desteka Huda parê ya ji wan re ew bi cesaret kirine.

Çınarın Sesi

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Behra Egeyê di mezinahîya 4.2yan de erdhej
Li Konyayê li heman taxê ji ber hezazê 15 hewtik çêbûn
Wezîr Yerlîkaya: Ew ê destûr neyê dayîn ku li Taksîmê xwepêşan bê lidarxistin
Îsmaîl Henîyye bi nevîyên Mandela re hevdîtin kir
Rejîma siyonist êrîş bir li ser zarok û pîrekan: 22 şehîd