Huda Parê Rojev Nirxand

Partiya Doza Azad Huda Parê, li ser hadîseyên dawî rojev nirxand. Alîkarê serekê partiyê parêzer Zekeriya Yapicioğlu, di nirxandina hefteyî de, li ser hadîseyên dawî yên li Tirkiye û dinyayê xeber da.

Partiya Doza Azad Huda Parê, li ser hadîseyên dawî rojev nirxand. Alîkarê serekê partiyê parêzer Zekeriya Yapicioğlu, di nirxandina hefteyî de, li ser hadîseyên dawî yên li Tirkiye û dinyayê xeber da.

Yapicioğlu îfade kir ku, di serî de li Diyarbekirê li bajarên herêmê bi ser navê senet û hunerê, heqaret li miqeddesatan tên kirin. Heyeta siyonîstan ya bi daweta belediya BDPê hatibû Diyarbekir, heqaret li şehîdan kirine. Da zanîn ku fealiyetên wiha îfsad û provokasyon in, divê rayedar firsendê nedin teşebbusên wiha.

Zekeriya Yapicioğlu beyan kir ku, wehdeta alimên Îslamê, dibe wesîla wehdeta alema Îslamê. Li ser tewrên li meclîsê jî diyar kir ku, CHP hê dijminantiya Îslamê dike. Di bernameyên wîladeta pîroz de, tewra belediya CHP dijminantiya wê ya bi Îslamê re eşkere dike.

Di dewamiya xeberdana xwe de wiha got “BDP ji ber hadîseyên 1915an, dixwaze ku dewlet lêborînê bixwaze. Lê ji ber kirinên PKKê yên di salên 90î de ku, bi sedan kurdên musluman qetilkiribûn, di camiyan de musluman kuştibûn, ji bo PKKê behsa lêborîna ji xelkê muslumanê Kurd nake. Wekî dewletê divê PKK jî bi kirinên xwe re rûbirû bibe û bi xelkê muslumanê Kurd re li hev bê.”

Li ser rewşa rojhilata navîn jî beyan kir ku, ordiya Sûriyê li Banyasê bi sedan sivîl qetil kirine, siyonîst Îsraîl êrîşî Sûriyê kiriye, li Iraqê jî pevçûnên etnîkî û mezhebî tên qewimandin. Van zulm û qetlîam nayên qebûlkirin. BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar