Partiya Doza Azad Huda Par, di nirxandina rojevê ya hefteyî de, li ser mijarên girîng sekinî. Beyana Huda Parê, ji aliyê sekreter û berdevkê partiyê Mehmet Yavûz ve hat diyarkirin. Mehmet Yavûz da zanîn ku dewleta kûr dixwaze kurdan bera hev bide.
Mehmet Yavûz wiha got: “Li Diyarbekirê hinek polîsên ku di midûrtiya ewlehiya bajêr û şaxa îstîxbaratê de dixebitin, dixwazin li nav bajêr, Pkk û saziyên Îslamî bera hevûdû bidin. Dixwazin bi hinek zilamên xwe, êrîşan pêk bînin da ku her du aliyan bi hev bidin şikandin. Rayedarên komeleke sivîl ya li Diyarbekirê, bi daxûyaniya medyayê beyan kir ku şaxa îstîxbarata emniyetê, şexsekî ku berî niha êrîşên bi bombe û molotof rast kiribûn, wek ajanekî xistine nav wan da ku êrîşî hinek hêlan bike û alozî û dijminantiyê pêk bîne.”
Berdevkê Huda Parê wiha dewam kir: “Bi salan e ku li sazî û komelên Îslamî êrîş pêk tên. Lê ji ber eqlêselîmî û feraseta mislumanan, li ber van êrîşan hatiye sebirkirin da ku millet zirarê nebîne. Pkk û ajanên di nav Pkkê de jî, bi salan êrîşî aliyên Îslamî kirin û ew tehrîk kirin. Feqet li ber vana jî hat sebirkirin û bi mislî cewab nehat dayîn. Da ku hêlên kûr û qirêj jê îstîfade nekin. Hêlên qirêj lê nihêrtin ku wiha jî nabe, îcar dixwazin êrîşan li aliyên Pkkê bidin rastkirin da ku êrîşan li alîyên Îslamî bar bikin. Divê Pkk di rêwîtiya xwe ya aştiyê ya bi dewletê re de, şerê bi kurdan û xelkê kurd re nedomîne. Hetta ku Kurd aşîtiya nav xwe ava nekin, ew ê dawî li van provokasyon û tehrîkan neyê.”
Li ser çareseriya van komplo û provokasyonan jî wiha hat beyankirin: “Divê di nava hemî teşkîlatên kurd de, zemîna diyalogê pêk bê, rê li ber pevçûnan bê girtin. Pey hadîseya Batmanê, Walîtiya Batmanê û Emniyeta Batmanê, di şûna ew ê failên hadîseyê bigrin û hadîseyê zelal û eşkere bikin, radibin partiya me û endamên me sûcdar dikin û bi beyan û gotinên xwe yên ku hedef nîşan didin, alîkarîya kesên ku pevçûnê dixwazin dikin. Ji ber vê yekê, em dîsa pêşniyaza xwe ya bila ji bo eşkerekirina komploya Batmanê, ji saziyên sivîl, baroya Batmanê, Huda Par û Bdpê komîsyonek bê avakirin, dûbare dikin. Em pê bawer dikin ku divê hizûr û aşîtiya xelkê kurd, bi awayî careke din nikaribe bê xerakirin, li ser esasî bê avakirin.”
BANGAHEQ