“Hûn nikarin Evîndarên Pêxember, HUDA PAR û medreseyan înkar bikin”

Li Amadê sempozyûma, “Di Rojhilata Navîn de Kurd û Aşîtî” bi beşdarbûyîna gelek temsîlkarên komeleyan û bi beşdarbûyîna alimên welêt û derweyî welêt hat li dar xistin.

Di destpêka sempozyûmê de serokê giştî  yê  ÎHHyê Bulent Yildirim  di derheqê kurd û Kurdistanê de hest û ramanên xwe bi mêvanan re wiha parve kir: Pirsgireka kurd rastînek e tu kes nikare înkar bike. Her wiha yek ji ayetên Xwedê ne Kurd. Tiştên ku em ji bo Turkmenîstanê dixwazin dibe em karibin hemûyan ji bo Kurdistanê jî bixwazin.

Yildirim her wiha di derbarê pevajoya çareserîyê  fikr û ramanên xwe wiha bê lêv kir:: “Ev mesele êdî ne  tenê meselêya partîyan e. Ev pirsgêrika partîyan jî derbas kiriye. Ev mijar êdî meseleya xelk û miletê ye.”

“Hûn nikarin Evîndarên Pêxember, HUDA PAR û medreseyan înkar bikin”

Yildirim di derbarê heremê de jî wiha axifî: “Di nava vê meha herî dawî de li Amedê li meydana Newrozê du bernameyên mezin hat li dar xistin.  Çawa ku tu kes nikare wan kesên ku newrozê pîroz kirine înkar bike ; her wiha tu kes nikarê Platforma Evîndarên Pêxember, HUDA PAR ,medrese û alimên medreseyan jî înkar bike. Lewra ev kes jî rastîyên vê heremê ne.”

Yildirim wiha li dawî li axaftina xwe anî: “ Divê ji xelkê gelek kes rabin ser pêyan û bibêjin em vê pevajoya çareserîyê dixwazin. Her çi tişt tê xwestin divê were gotin. Dibe ku sibe ji bo van xwestekan dereng bibe. Û divê newe ji bîr kirin ku Xwedê hez ji aşîtîyê dike.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar