“Hûn sêwiyê ummetê bûn dûvre hûn bûn hêviya ummetê”

DİYARBEKİR - Diyarbekir carek din ji hezaran kes ra mazûvantî dike. Di bernameya ku menewiyat digihêja asta herî biklind de mewlîd, qesîde û selewat tên xwendin û peyamên gelek girîng tên dayîn.

Platforma Evîndarên Pêxember bi minasebeta salwegera welidîna Hz Muhemmed (sxl) li Diyarbekirê bernameya Wîladeta Pîroz lidarxist. Di bernamê de gelek peyamên girîng hatin dayîn.

 “Divê ku em pirsgirêkan bi aşitiyê çareser bikin”

Berdevkê Platforma Evîndarên Pêxember Yahya Ograş di axavtina xwe de diyar kir pêwîst e ku pisgirêk bi aşitiyê were çareserkirin.

Dûvre Ograş axavtina xwe wiha domand: “Her beşekê ummetê wekê azayên bedene ye. Dema ku li yekî ji wan neheqî were kirin li hemî azayan neheqî tê kirin. Ziman û reng ayetên Xwedê Teala ne. Cudatî wekê ku Xwedê Teala ferman kiriye ji bo ku hev nas bikin hene. Nayê qebûlkirin ku cûdatî wek mezintiyê werin bikaranîn. Wekê her wextê ummet mihtacê ittîhad û yekitiyê ye. Heke ummet bibe yek dê zexm bibe. Misliman birayên hevdû ne. Divê ku di cudatiyan de dijmintî tunebe. Em hemî bi Îslamê mişeref bûn. Ya ku şeref daye Tirk û Kurdan Îslam e.

 “Hûn sêwiyê ummetê bûn dûvre hûn bûn hêviya ummetê”

Serokê Wexfa Lêkolîna Siyerê Mehmet Emîn Yildirim axavtina xwe ya par anîn bibîranîn û dûvre axavtina xwe wiha domand: “Min par got; hûn sêwiyê ummetê bûn dûvre hûn bûn şanaziya ummetê. Zimanê we qet nehesibandin. Wekê ku di holê de tu ziman tune. Xwedê Teala sêwiyan zayî nekir. We jî zayî nekir. We di gel sêwitiyê got heke Xwedê Teala hebe dinya li dijê me bibe pere nake. We xwe li Xwedê Teala girt. Wekê kalê xwe Seleheddîn; we got ‘Bes heskirin û evîntiya Pêxember me vedijîne.’ Lê niha hûn ji hêviyê jî derketin. Hûn hêtîm bûn. Dûvre bûn şanaziya ummetê. Hûn şanaziya ummetê bûn dûvre bûn kefareta ummetê. Hûn kefareta ummetê bûn dûvre hûn bûn hêviya ummetê.”

 “Dayîkên me Yasînekî wek qurban da lê dê 10 Yasîn bînin dinê”

Yildirim got çi dibe bila bide dê mirovatî ji we evîndariya Pêxember hîn bibe. Dûvre Yildirim wiha pê de çû: “Feryada di hindirê dilê we de çi dibe bila bibe dê hûn vê yekê bikin. Dê hûn vê yekê bidin nîşandan. Di nav salekê de li Silopî, Şernex, Cizîr û Diyarê Sehabiyan de malên we xirab kirin. Ji ber vê yekê min qala kefarete kir. Di gel malên ku xirab bûne dema ku kal û pîrên me ji mal derketin bes boxçika cil û bergên xwe hilanîn cem xwe. Lê Qur’ana Pîrozê nexistin nav wê boxçikê. Di gel malên wan ên xirabe Kurdên ku Qur’ana Pîroz li ser serê xwe digirin kî dikare têka wan Mislimanan bibe. Bila hemî zalim dengên me bibihîsin. Wellahî we nekarî îmanê ji hindirê gelê Kurd derêxin. Em çiqas bimirin dê ew qas vejîn. Dayîkên me Yasînekî wek qurban da lê dê 10 Yasîn bînin dinê.”

Yildirim wiha pê de çû: “Heke em nebin yek dê em yek û yek ji holê rabin. Tu kes nikare yekitiya me xirab bike. Em berê xwe didin heman Kabê. Em ummetê heman Pêxemberê ne. Di nabeyna me de sînûra erdnîgarê tune. Misliman biçe li ku penaber nînin. Em zarokên şaristana ku ji xwe re rûyê dinê wek mescîd pejirandiye ne. Em bes dibin mihacir. Em ji vê yekê jî aciz nabin. Heskirina me heskirina Pêxemberê ye. Dê em heta dawî jî dev ji vê yekê bernedin.” (ÎLKHA)


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye