Huseyîn Akbalik wefat kir

Huseyîn Akbalikê ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî 24 sal di girtîgehê de mabû û ji ber tumora di mejiyê wî de piştî ku hatibû emeliyatkirin tedawiya wî li derve dihat kirin wefat kir.

Huseyîn Akbalikê ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî 24 sal di girtîgehê de mabû û ji ber tumora di mejiyê wî de piştî ku hatibû emeliyatkirin tedawiya wî li derve dihat kirin li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di Gundê Ketûwênê de wefat kir.

Huseyîn Akbalikê ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî 24 sal berê li navçeya Nisêbîna Mêrdînê hatibû binçavkirin û bi hincetên şaşomaşo cezaya sermedî dabûn wî çend roj berê ji ber ku ji nexweşiya xwe ya tumorê emeliyat bûbû di derheqê wî de biryar hatibû dayîn ku 3 meh li mala xwe tedawî bibîne.

Akbalikê ku li Stenbolê tedawî didît dûvre hat Nisêbînê. Akbalik piştî ku ji nîşka ve nerehet bû wî sewqê Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê kiribûn. Piştî vê yekê Akbalikê biribûn Meletî.

Akbalik piştî tedawiya xwe ya li Meletî dûbare hatibû Gundê Ketûwênê. Hat ragihandin ku Akbalik îro berê sibê di mala xwe de çûye rehma xwedê.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye