Îbadî bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîka re hevdîtin kir

Serokwezîrê Iraqê Haydar el-Îbadî li Baxdayê bi Tîllersonê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê re hevdîtin kir.

Di daxuyaniya ku ji teref Ofîsa Serokwezîrtiyê ya Iraqê ve hatiye weşandin de hat destnîşankirin, Serokwezîrê Iraqê Haydar el-Îbadî li Baxdayê bi Tîllersonê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê re hevdîtin kir.

Hat destnîşankirin Tîllerson di hevdîtina ku hatiye kirin de li ser meseleya yekîtiya Iraqê hatiye sekiniye û diyar kiriye ew piştgiriyê didin bêyî pevçûnê gotûbêja bi Birêveberiya Heremî ya Kurdistana Iraqê re.

Di daxuyaniyê de her wiha hat diyarkirin Îbadî di hevdîtinê de diyar kiriye  ew tiştên ku li Kerkukê diqewimin ‘desthilatdariya dewletê û bidestxistina kontrolê’ ye û dû re wiha got: “ Em bi tu kesî re naxwazin şer bikin. Me li Kerkukê destnîşan kir ku welatiyên Kurd welatiyên bi qedr û qiymet ên Iraqê ne.”(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin