Îddîa: Gulen û Ahmet Turk Hevdîtin e

Hat îddîakirin ku parlementerê Mêrdîn yê serbixwe Ehmed Turk, di serdana xwe ya li Emrîkayê de, ji bo hevdîtinên dewlet û PKKê xeber bide, li eyaleta Pensîlvanyayê bi Fethûllah Gulen re hatiye ba hev.

Hat îddîakirin ku parlementerê Mêrdîn yê serbixwe Ehmed Turk, di serdana xwe ya li Emrîkayê de, ji bo hevdîtinên dewlet û PKKê xeber bide, li eyaleta Pensîlvanyayê bi Fethûllah Gulen re hatiye ba hev.

Ehmed Turk û parlementerê Wanê yê BDPê Nazmî Gur, bi amanca behsa hevdîtinên dewlet û PKKê bikin, li Waşîngtonê hinek serdan rastkirin. Turk û Gur li Qesra Sipî bi rayedarên wezareta karên derve ya Emrîkayê û bi saziyên sivîl yên civakî re hatin ba hev.

Hat îddîakirin ku Ehmed Turk, teleba hevdîtina bi Fethûllah Gulen re kiriye û li Pensîlvanyayê hevdîtina wan pêk hatiye. Heta niha di heqê hevdîtinê de ji her dû aliyan tu beyan ne hat kirin.

Berî niha Nazmî Gur îfade kiribû ku, ji bo hevdîtina bi Fethûllah Gulen re tu programeke hevdîtinê tune ye, lê eger tiştek weha dikeve rojevê wê li ser bifikirin. BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin