Îddîa Îranê Îsraîl Tevlîhev Kir

Teyara Eyub Dîmenên Baregehên Eskeriya Îsraîlê Kişandine

 Li gor xeberan, ji meclîsa Îranê  Îsmaîl Kewserî îddîa kir ku teyara Eyub ya ku ji teref Hîzbûllah ve hatibû şandinî ser asîmanê Îsraîlê, dîmenên baregehên eskeriya Îsraîlê şandine Îranê. Vê îddîayê mîna teqandina bombê li Îsraîlê tesîr kir û Îsraîlê tevlîhev kir.

Li gor xebera medya Îranê, îddîa di civîna komîteya parastinê ya parlementoyê de derket pêş. Di civînê de wekîl Îsmaîl Kewserî da zanîn ku, teyareke casûsiyê, derbasî seha hewaya Îsraîlê buye û dîmenên herêmên yesax û baregehên eskeriya Îsraîlê kişandine. Kewserî îfade kir ku, teyare piştî şandina wan dîmenan ji teref Îsraîl ve hatiye xistin.

Wekî tê zanîn di heftên borî de teyareke bê însan, heta 55 kîlometreyan derbasî seha hewayê ya Îsraîlê bûbû. Hîzbûllahê Lubnanê paşî îfade kiribû ku teyare ji teref wan ve hatiye şandin.

Berî niha Îranê diyarkiribû ku teyara casûsiyê ya Emrîka ya ku di meha Nîsanê de li sînorê Efğanîstanê xistibû, kopiya wê kiriya.

www.bangaheq.net 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin