Îddîa: Li Şemzînan 50 Pkkyî Hatine Kuştin

Serê 3 rojaye ku operasyona eskeriyê li hêla Şemzînanê, didome. Di operasyonan de helîkopter û jetên herbê jî tên bikar anîn.

Serê 3 rojaye ku operasyona eskeriyê li hêla Şemzînanê, didome. Di operasyonan de helîkopter û jetên herbê jî tên bikar anîn. Ji teref walîtiya Hekarî ve hat îddîa kirin ku di operasyonan de heta niha 51 mensûbûn PKKê hatine kuştin.

Operasyon li hêla Rûbarok tê rast kirin. Helîkopter û jetên F-16 jî tevlî  operasyonê bûn. Hat gotin ku operasyon dewam dikin.

Li aliyê din li Sêrtê li navçeya Perwariyê helîkoptereke eskeriyê ket xwarê. Hat îfade kirin ku 17 eskerên di helîkopterê de can dane. Hat îddîa kirin ku helîkoptera tîpa Skorsky, ji ber ariza teknîkê li herêma Herekolê li çiya qelibiye. Di helîkopterê de 13 mensûbên cendermê yên hereketa xisûsî û 4 personelê helîkopterê hebûne. Di ketina helîkopterê de hemiyan jî can dane.

Li Mîdyadê jî 3 mamoste ji teref PKKê ve hatin revandin. Mînîbusa ku mi’ellimên mekteba gundê Sîtê dibirin, ji teref mensûbên PKKê ve hat sekinandin. Mensûbên PKKê 7 mamosta bi xwe re birin, paşê 4 mi’ellimên jin li nêzî Mehsertê berdan, 3 mamostan jî bi xwe re revandin.

www.bangaheq.net

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin