Îddîa Qezeta Bahreynê

‘Iraq Di Teyarên F-16an De Cîhazên Casûsiyê Yên Îsraîl Dîtin

 Qezeta Exbarul Xalîçê ya Bahreynê îddîa kir ku, İraq di teyarên F-16an yên ku ji Emrîka kirîbûn de cîhazên sîxorî û casûsiyê yên Îsraîl dîtine. Li gor xebera qezetê, hat kifş kirin ku van cîhaz li ser hesabê Îsraîlê me’lûmatan qeyd dike. Qezetê îddîa kir ku subayên pîlot yên ordiya İraqê îfade kirine ku qomandariya hêzên hewayiya İraqê, ji şîrketa Lockheed Martîn ya Emrîka re mektûbek şandiye û der heqê van cîhazên Îsraîl de agahî xwestiye.

Xeberê da zanîn ku di mektûbê de tê gotin ku di teyarên f-16 yên Misr û Tirkiye û Ummanê yên ji Emrîka kirîbûn de jî, ji van cîhazên îstîxbarata Îsraîlê hene. Li gor xeberê hat gotin ku vê şîrketa han li ber mektûbê hetta niha bêdeng maye. Naxwaze cewab bide. Lewra eger meselê qebûl bike, xwe dixe bin mesûliyetê.

Wekî tê zanîn çend meh berê îdara İraqê ji Emrîka hejmareke mezin teyarên F-16an kiribûn.

www.bangaheq.net

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be