Îddîanameya Baregaha Akinciyê hat temamkirin

Îddîanameya ku di derheqê fealîyetên FETO yên li 4emîn Baregaha Jetê ya Sereke ya Akinciyê dihat amedekirin hat temamkirin.

Ji teref Serdozgeriya Komere ya Enqerê ve îddîanameya ku di derheqê fealîyetên FETO yên li 4emîn Baregaha Jetê ya Sereke ya Akinciyê yên di teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê de dihat amedekirin hat temamkirin.

Şikdarên sereke Fethullah Gulen û Akin Ozturk

Di îddîanameya ku hat amadekirin de hat diyarkirin  şikdarê sereke Fethullah Gulen e û Akin Ozturk jî di yekemîn kesê di baskê eskeriyê ya di darbeyê de ye.

Li gor îddîanameya ku ji 4 hezar û 658 rûpel û 570 klasoran pêk tê tev de 481 kes di doza ku hatiye vekirin de tên darizandin.

Her wiha Serokomar Erdogan, Serokê TBMMê Îsmaîl Kahraman û Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag wek wesfê mexdûr û muştekî di îddîanamê de cî girtine.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin