Mehmet Elkatmiş, di dewra derbeya 28ê Sibatê de wekîl bû û amîrtiya îdarê ya meclîsê dikir. Der barê wê dewrê de îfade da komîsyona meclîsê ya ku li ser derbe û mûxtireyan disekine. Di xeberdana xwe de diyar kir ku wekîl li ber derbeyê serbilind nesekinîne.
Mehmet Elkatmiş di îfada xwe de wiha diyar kir “Sûcşerîkên mezin yên derbeyê, zilamên parlementer in. Lewra em bi heqî li ber derbeyê nesekinîn, me tepkiyê hewce nîşan neda. Ji ber vê yekê, mîna me alîkariya wan kiriye. Di derbeya 28ê Sibatê de, parlementerên ku li ber serbilind nebûn, bi qasî derbekaran sûcdar in. Di derbeyan de eskeriya Tirkiyê, mîna golikê beş tê îlan kirin, feqet derbekarên sûcdar nayên cezakirin.”
Elkatmiş di îfada xwe de diyar kir ku di heyama derbeyê de saziyên sivîlên civakî, medya, kesên sermayedar û hêla yargiyê jî di sûc de xwedîpar in. www.bangaheq.net