IHO-EBRAR ji bernameya Qurbana 2015an re amade ye

Lijneya Birêveberîya IHO-EBRARê di çarçoveya bernameya Eyda Qurbanê de welatên ku ew ê qurban lê werin serjê kirin û welatên ku ew ê lê bên belavkirin diyar kir.

Lijneya Birêveberîya IHO-EBRARa ya ku Sazîya Arîkarîyê ya Navteweyî ye ji bona eyda Qurbanê bihayê qurbanan li gor welatan eşkere kir. Bihayên qurbana li gor welatan bi vî awayî ne; ji bo welatên Afrîka û Asyayê 100 Euro, ji bona Tirkîyê 180 Euro û ji bona Filîstînê jî 200 Euro.

Serokê IHO-EBRARê Dr.Abdurrrahman Alpsoy di derbarê serjêkirin û belavkrina qurbanan de wiha axivî: “ Me ji bona bernameya qurbanê bi çar zimana afiş û belevok dan çapkirin. Her wiha me hemû hazirîyên xwe xelas kiriye. Xulase em karin bibêjin ji bona ku em goşte qurbanan ji bona bigîhêjînin kesên hewcedar û feqîr her çi ji destê me tê em ê bikin.Kesên xêrxaz him ji ser înternetê him jî bi wesîleya temsîlkarên me dikarin bexşên qurbanên xwe bigîhêjînin ji me re. Em bi slogana ‘Bila qurbanên wê ji êtîm û feqîran re bibe hêvî’ derketine vê rêyê. Em di vê mijarê de alîkarîyê ji xêrxwazan teleb dikin.”(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar