IHO-EBRAR li Arakanê xebatên xwe yên alîkariyê didomîne

IHO-EBRARê re ku saziya alîkariyê ya navneteweyî ye di meha Remezanê de ji Arakaniyên ku ji ber zilm û zordariya Budîstan û artêşa Myanmarê reviyane re alîkariya Remezanê hat kirin.

IHO-EBRARê ku saziya alîkariyê ya navneteweyî te bê navber xebatên xwe yên alîkariyê didomîne û ji kesên feqîr, jar û hezan re alîkariyê dike.

Weke ku tê zanîn Mislimanên Arakanî ev demek dirêj e ku li rasta zilm û hovîtiya Budîstan û artêşa Myanmarê tên. Mislimanên Arakanî ji ber vê zilma ku li wan tê kirin ji naçarî war û welatên xwe terk dikin û berê xwe didin kampên penaberan. Berê xwe didin kampan lê li wê derê jî zehmetî û êş û elem dev ji wan bernade. Mislimanên ku ji ber zilma Budîstan reviyan di kampan de jî bi nexweşî, bêavbûn û birçîbûnê re rû bi rû dimînin.

IHO-EBRARê ku saziya alîkariyê ya navneteweyî ye hindik be jî hewil dide ji van Arakaniyên ku di nav zehmetiyê de dijîn re  alîkariyê bike û êş û elemên wan sivik bike.  IHO EBRAR ji Arakaniyan re erzaq û xurek belav kirin û ji bo bi sedan kesan jî xwarina fitarê da.

Serokê Lijneya Birêveberiya IHO-EBRARê Dr. Abdurrahman Alpsoy di derbarê alîkariya ku ji Arakaniyan re hatiye kirin de wiha axivî: “ Çawa ku li çar aliyê dinyayê mexdûriyet pêk tên bi heman awayî li Arakanê  mexdûriyetên gelek mezin pêk tên. Me berî niha jî li vê derê alîkarî kiribû û vêcarê jî me ji Arakaniyan re koliyên erzaqê belav kir û me xwarina fitarê da wan. Her wiha beriya Remezanê me li vê derê bîra avê da vekirin. Ew ê di çarçoveya îmkan û derfetan alîkariyên me berdewam bikin. Xweda ji wan kesên ku alîkariyê dikin razî be.”(ÎLKHA)










 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin