IHO EBRAR li Etiyopyayê goştê qurbanê da bi hezaran feqîran

Rêxistina alîkariyê ya navneteweyî IHO EBRAR di çarçoveya xebatên qurbanê yên sala 2023yan de goştê qurbanê ku ji hêla xêrxwazan ve hatî dayîn teslîmî bi hezaran mirovên feqîr ên li Afrîkayê kir.

IHO EBRARa ku li Etiyopyayê di çarçoveya Eyda Qurbanê de xebatên xwe yên alîkarîyê goştê bi sedan dewarên qurbanan teslîmî feqîrên Afrîkayê kir.

Dildarê IHO EBRAR'ê Salîh Başatogrul di nirxandina ku kir de diyar kir ku wan emanetên qurbanên ku ji Ewropayê wergirtine teslîmî kesên muxtac kirine.

Basatogrul diyar kir ku ew dixwazin ev alîkarî berdewam bikin û wiha got: "Ez eyda li hemû kesî pîroz dikim. Hêvî dikim ku cejn ji bo hemû mirovahiyê xêr û xweşiyê bîne. Em wek dildarên IHO EBRARê ji Îngilistanê hatin vir. Li Etiyopyayê serjêkirina qurbanan berdewam dike. Goştê sed qurbanên ku me serjê kirin teslîmî bi hezaran malbatan kirin. Rebbê min ji hemû xêrxwazan razî be, xêra her kesî qebûl bike.” (ÎLKHA)

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno