IHO-EBRAR li Gîneyê xwarina fitarê da

NAVENDA NÛÇEYAN - IHO-EBRARê ku saziya alîkariyê ya navneteweyî ye li medreseyeke ku li Bîssauya Gîneyê ye xwarina fitarê da.

IHO-EBRARê ku saziya alîkariyê ya navneteweyî ye û navenda wê li Hollandayê ye di çarçoveya Kampanyaya Remezanê de xebatên xwe yên alîkariyê didomîne.

Saziya alîkariyê vêcar jî li medreseyeke li Bîssauya Gîneyê ye ji telebeyan re xwarina fitarê da û ji xelkê feqîr re kumanya belav kir.

Serokê Giştî yê IHO-EBRARê Abdurrehman Alpsoy di derbarê alîkariyên ku hatine kirin de diyar kir her çi qas wext derbas dibe ew xebatên xwe yên alîkariyê zêde dikin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hêjmera kesên feqîr û jar gelek zêde ne.Em jî bi qasî quweta xwe hewil didin alîkriya wan bikin.Ew kesên êtîm, feqîr û jar ên ku em alîkariya wan dikin kêfxweşî û bextewarbûnên xwe nikarin biveşerin û ji kesên xêrxwaz re dia dikin.Ez jî ji dil û can ji kesên xêrxwaz û dildarên me re spasiyên peşkeş dikim.”(İLKHA)

 



 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar