IHO-EBRAR li Ugandayê bi hezaran Qur’ana Kerîm belav kir

​Sazîya Alîkarîyê ya Navneteweyî IHO-EBRARa ku li çar alîyên dinyayê ji kesên feqîr û jar re alîkarî dike xebatên xwe yên li Ugandayê didomîne.

Serokê Komeleya IHO-EBRARê Doktor Abdurrahman Alpsoy derbarê xebatên alîkarîyê yên ku tên kirin de daxuyanî da.

Alpsoy di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de derbarê Qur’anên ku ji Mislimanan re hatin belavkirin de destnîşan kir: “Me fealîyeteke din a muhîm kir. Berî niha ji bo mizgeftên ku dê em ê vekin me telebe 250 heb Qur’ana Kerîm kiribû ku hemd ji Xweda re xêrxwazên me bersiv dan vê teleba me. Qur’anên ku hatin ber destê me, me li Kampalayê li 10 mizgeftan belav kir.Xweda xêra xêrxwazan qebûl bike û ji wan razî be.”


















İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Şirnexê xebat ji bo vekirina rêyên gundan ên ku ji ber berfê girtî bûn, berdewam dike
Ji 3 hezarî zêdetir dar hatin qutkirin
Nan û xwarina germ belav kir
3 wesayît bûn xwelî
Wê li giştîyê welat şilî tinebe