IHO-EBRAR li Ugandayê qurbanan serjê kir

Sazîya Alîkarîyê ya Navneteweyî IHO-EBRAR li Ugandaya welatê Afrîkayê dibergeha organîzasyona Remezanê de ji bo kesên feqîr û jar qurbanan da serjêkirin.

Qurbanên ku ji teref xêrxwazan ve ji IHO-EBRARê re hatibûn dayîn bi tekbîr û salawatan hatin serjêkirin.

Serokê Komeleya IHO-EBRARê Doktor Abdurrahman Alpsoy  derbarê xebatên ku berdewam dikin de daxuyanî da û wisa got: “Me di berdewama bernameya xwe de qurbanên xwe yên ku wek nezir, sedeqe, eqîqa û şifa ji me re hatibûn dayîn serjê kir. Em ê piştî hûrkirina goşt ji kesên feqîr û jar re belav bikin. Halê însanên vê derê bi rastî jî nebaş e. Kesên xêrxwaz dikarin bi wasitaya me ji însanên vê derê re bibin alîkar.”




































İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e