IHO-EBRAR li Xazzê alîkarî belav kir

IHO-EBRARê ku saziya alikariya navneteweyî ye di bergeha bernameya alîkariya Remezanê de li Xazzê ji bo bi sedan kesên feqîr, jar û hewcedar re alîkariya erzaq û fitarê kir.

Hat ragihandin IHO-EBRARê ku saziya alikariya navneteweyî ye di bergeha bernameya alîkariya Remezanê de li Xazzê ji bi sedan kesên feqîr, jar û hewcedar ên ku di bin dorpêça siyonîstên îşxalker de ne re alîkariya erzaq û fitarê belav kir da ku êş û elemên wan parîkek be jî kêm bibe û rûyên wan bikene.

Serokê Lijneya Birêveberiya IHO-EBRARê  Dr. Evdirrehman Alpsoy di derbarê mijarê de diyar kir xebatên wan ên alîkariyê ji bo Xazzeya ku di bin dorpêçê de ne bênavber berdewam dike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em  di bergeha bernameya fitarê de li Xazzê ji kesên feqîr, jar û yetîm re alîkariya erzaq û xwarina fitarê belav dikin. Gelek zêde pêdiviyên xelkê Xzzê hene. Bi sed belayî encax dikarin wan pêdiviyên xwe tedarik bikin. Em li vê derê bi saxiya xêrxwazan her meh bi şikleke birêkûpêk alîkariya maddî dikin. Em ewil didin ji zêdetir kesên feqîr, jar û yetîm re alîkariyê bikin. Ji ber vê yekê em li benda alîkariya xêrxwazan in.”(ÎLKHA)




































 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin