Îktîdar Dikare Çi Bike?

Memur Senê berî niha, ji bo serbestiya cil û bergan ya di qamûyê de, kampanyeke îmzeyê li dar xistibû.

Memur Senê berî niha, ji bo serbestiya cil û bergan ya di qamûyê de, kampanyeke îmzeyê li dar xistibû. Di vê çarçovê de 12 milyon û 300 hezar îmze ji serokwezîrtiyê şandibûn.

Niha jî bi navê “Ji 12 milyon îmzeyê re hurmet, di qamûyê de cil û bergên serbest” dest bi fealiyetekê kir.

Serekê Memûr Senê yê şûba Wanê Suleyman Şakar, di heqê vê fealiyet û bêîtaa sivîliyê de, ji ajansa xeberan ya Îlkeyê re wiha xeber da “Îktîdar dikare qanûna esasî saz bike, lê nikare rêzikmamekê rake.”  

Li aliyê din serekê Memûr Sena Batmanê Mehmet Şafî Ozperk jî, li ser tepkiya bêîtaa sivîliyê, ji ajansa Îlkeyê re peyivî. Ozperk wiha got “Di dewra derbeyê de, rêziknameyek derxistin û bi wê di qamûyê de azadiya kinc û bergan rakirin. Ji bo rakirina vê yesaxê, di qamûyê de kinc û berg serbest bibe, 12 milyon û 300 hezar îmze hatin komkirin. Em ê li van îmzeyan xwedî derkevin.”

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar