Îmtîhana YGSê dê vê yekşemê bê kirin

Ji îmtîhana YGSê ya ku dê di 12 Adarê de bê tertîpkirin re çend rojên jimartî man, hat ragihandin kesên namzed dê piştî seat 09.45an pê ve dê ji wan re destûr neyê dayîn ku bikevin salonên îmtîhanê.

Her weke ku eşkere ye berî niha ji teref Navenda Bicîkirin, Pîvan û Hilbijartinê(OSYM) ve hatibû diyarkirin ku ew ê îmtîhana YGSê di 12ê Adarê de bê tertîpkirin. Ji vê dîroka îmtîhana YGSê re çend rojên jimartî man.  Ji ber nêzîkbûna îmtîhanê kesên ku dixwazin îsal di zanîngehan de bi cî bibin bi kelecan bûn.

Li gor rêjeyên wan salên borî îsal di hejmera kesên ku dê bikevin îmtîhana YGSê de zêdebûn çêbûye. Li gor daneyan îsal dê tev de 2 milyon û 265 hezar û 902 kes bikevin îmtîhanê ku ev jî diyar dike ji sala borî 87 hezar û 339 kes zêdetir beşdarî îmtîhana îsal dibin.

Kesên namzed, belgeyên xwe yên têketina îmtîhanê dikarin ji ser malpera OSYM https://ais.osym.gov.tr bistînin.

Hat ragihandin xwendevan dê karibin bi nasnameyên xwe yên berê bikevin îmtîhanê. Her wiha di çarçoveya şert û mercên îmtîhanê de xwendevan dê 90 deqîqeyê ewil û 15 deqîqeyê dawî yê îmtîhanê  nikaribin derkevin derve.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe