Înîsîyatîfa Nişteciyên Sûrê ya ku ji ber mexdûrbûna gel hatiye sazkirin ziyaretên xwe yên li partiyên siyasî didomîne.
Nûnerên Înîsîyatîfê bi lijnekê qelebalix re Seroktiya Bajarê Diyarbekirê ya HUDA PARê ziyaret kir. Pêşdestiyê diyar kir ji ber ku pevçûn derketiye û gel mexdûr bûye gel hatiye cem hev ku dengê xelkê Sûrê bide seh kirin.
Înîsîyatîfa ku ji teref Serokê Bajarê Diyarbekirê yê HUDA PARê Şehmus Tanrikulu, Serokê Navçeya Sûrê Mahmut Akgul û rêvebirên partiye ve hatibû pêşewazkirin mexdûriyetên gelê Sûrê anî ziman û destnîşan kir ji bo ku dengê wê bê seh kirin ji HUDA PARê alîkarî xwestiye.
“Jiber piştgiriyên we yên madî û manewî em teşekûr dikin”
Suleyman Sayin li ser navê înîsîyatîfê axivî û diyar kir ji roja ku şer dest pê kiriye heta îro ji ber ku HUDA PAR gelê Sûrê tenê nehêştiye wan ji HUDA PARê re teşekûr kirin. Dûvre Sayin axavtina xwe wiha domand: “Ji roja ku şer dest pê kir heta îro we me tenê nehêşt. Ji ber vê yekê em ji we re teşekûr dikin û em li benda alîkariya we ne. Ji bo alîkariya we Xwedê Teala ji we razî bibe. Lê em dixwazin ku diyar bikin mixabin alîkariya ku em hêvîdar bûn û me digot tê dewlet alîkarî li me bike me nedît. Heke hikûmet ji berê ve midaxala vê yekê bikira rewş îro wiha xedar nedibû. Em di Sûrê de dijîn. Em wiha bersivê didin wan kesên ku dixwazin em Sûrê terk bikin: ‘Sûr ji me re wek deryaye û em jî masiyê wê deryayê ne.”
“Em dixwazin ku bi vê înîsîyatîfê re dengê xwe bidin seh kirin”
Sayin diyar kir ku ew xelkê Sûrê belengaz e û ji ber pevçûnan gelek mexdûr bûye. Divê dema ku hikûmet hewl dide mexdûriyeta wan çareser bike carek din wan mexdûr neke. Dûvre Sayin axavtina xwe wiha domand: “Li herêma Sûrê gelemperî avahiyan xirab bûn. Heke dewlet dê avahî bide me em dixwazin ku di heman ciyê de avhî bide me û dema ku vê yekê pêk tîne divê ku tu kes ji vê yekê rant negire. Bi vê înîsîyatîfê em dixwezin ku dengê xwe bidin seh kirin û bi Serokkomar re hevdîtin bikin.”
“Ev pevçûnên ku bi israr didomin fayda gel tê de tune”
Serokê Bajarê Diyarbekirê yê HUDA PARê Şeyhmus Tanrikulu destnîşan kir PKK ji ber ku şer kişand nav bajêr xeletiya herî mezin kir. Her wiha Tanrikulu destnîşan kir di pêvajoyê de ji ber ku hikûmet ji embar kirina çekan ya PKKê re dengê xwe dernexistiye dewlet jî sûcdar e.
Tanrikulu diyar kir ku wek partî 2 sal berê diyar kiribûn ku hewl didin herêmê bikêşin nav şeran. Dûvre Tanrikulu axavtina xwe wiha domand: “2 sal berê me rewşa îro ya ku herêm tê de ye anîbû ziman. Digel bangewaziya me dewlet ji vê yekê re bê deng ma. Di encama vê yekê de jî şer ket nav bajaran. Qedexeya derketina derve zêde ajot. Gelê me gelek mexdûr bûye. Zirara herî mezin jî we dît. Ev pevçûnên ku bi israr didomin fayda gel tê de tune. Derên ku xweserî hat îlankirin gel malên xwe terk kir. Hêj jî ev koç didiome. Nexwe ev xweserî daxwaziya gel nînin. Gel ji ber ku bombe hat bicî kirin û berîqet hatin sazkirin malên xwe terk kir. Kesên ku dibêjin em van tiştan ji gel re dikin ji kerema xwe re bila ew kes li xwe vegerin û li daxwaziyên gel binêrin. Ev gel aşitî dixwaze, axavtin dixwaze û çareserî dixwaze.”
“Em hewl didin ku pêşniyazên çareseriyê bibînin”
Tanrikulu diyar kir ku di her platformê de mexdûriyeta gel tînin ziman û roja ku şer dest pê kiriye heta îro di her daxuyaniyê de diyar kirine pêwîst e ku berjewendiyên gel bê nihêrtin. Dûvre Tanrikulu axavtina xwe wiha domand: “Me mexdûriyetên gel anî ziman. Me vê mijarê ji meqamên fermî re jî anî ziman û dê em vê yekê jî bidomînin.”
“Herêm roj bi roj ji aliyê aboriyê ve dikeve nav rewşekê xirabtir”
Tanrikulu destnîşan kir pevçûnên ku li Sûrê diqewimin derbekê gelek mezin li aboriya herêmê da. Dûvre Tanrikulu axavtina xwe wiha domand: “Herêm roj bi roj ji aliyê aboriyê ve dikeve nav rewşekê xirabtir. Bi dest pê kirina van bûyeran esnaf dikanên xwe girt û wê derê terk kir. Kesên ku mala wan jî hebû malên xwe terk kir. Ji ber vê yekê xwediyê van dikan û malan mexdûr bûn. Divê ku ji bo vê yekê çi hewce dike were kirin.” (ÎLKHA)