“Însanetî tu carî ev qas muxtacî edaletê nebûbû”

Zekeriya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê yê ku li Stenbolê beşdarî bernameya Wîladeta Pîroz bû destnîşan kir însanetî tu carî ev qas muxtacî edaletê nebûbû.

Ji teref Koordînatoriya Stenbolê ya Platforma Evîndarên Pêxember ve li Yenîkapiya Stenbolê bernameya Wîladeta Pîroz a bi navê ‘Rêberê Heq û Edaletê Hz. Muhammed’ hat tertîpkirin. Zekeriya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê yê ku li Stenbolê beşdarî bernameya Wîladeta Pîroz bû destnîşan kir însanetî tu carî ev qas muxtacî edaletê nebûbû.

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir berî vê çend salan ev bername di salonên girtî de dihatin tertîpkirin û wiha got: “ Ev bername dûv re li stadyuman  û niha jî li qadên mîtîngan tên tertîpkirin. Weke ku kesên xatîb dikbêjin heqîqeten tiştê ku dê vê ummetê bîne ba hev muhabbeta Muhammedî ye. Ummeta wî li dora hezkirina wî kom bû.”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir temaya ku îsal hatiye hilbijartin bi rastî pir baş çêbûye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Xweda ji Platforma Evîndarên Pêxember razî be. Temayeke pir baş bijartine. Weke ku Mehmet Goktaş di axavtina xwe de got însanetî tu carî ev qas muxtacî edaletê nebûbû. Rêsulullah di hedîseke xwe de dibêje ‘ piştî nubuvvetê hîlafeta nubuvvet, piştî wê jî heyama salnatanê, dû re heyama qraltiyê û piştî van temaman cardin hîlafeta nubuvvetê were. Ev yek vê yekê nîşan dide.  Bi izna Xwedê di dewreke ku tê de herî zêde zilm tê kirin û însan lê herî zêde edaletê digerin  ew ê edalet bi lez û bez were.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe