Îran 2 Teyarên Emrîka Bidestxist

Alîkarê qomandarê hêzên behrê yê Îranê, tûğamîral Emîr Rastegarî îddîa kir ku, 2 heb teyarên casûs û sîxoriyê yên Emrîka bidestxistine.

 Alîkarê qomandarê hêzên behrê yê Îranê, tûğamîral Emîr Rastegarî îddîa kir ku, 2 heb teyarên casûs û sîxoriyê yên Emrîka bidestxistine. Emîr Rastegarî ji Press TV re beyan kir ku, her dû teyarên bê însan, ji teref sîstemên parastina hewayî ve hatine zevt kirin.

Tûğamîral Rastegarî wiha diyar kir “Her dû teyarên tîpa RQ(ar-kû) 11, yek ji wan di Tebaxa 2011an de, ya din jî di Cotmeha 2012an de hatine bidestxistin, û hemî me’lûmatên wan ji teref pisporan ve hatine deşîfrekirin.”

Îran berî niha beyan kiribû ku, teyara casûsiyê ya tîpa RQ 170, di meha Kanûna 2011an de bidest xistiye. Qomandarê hêzên hewayî û asîmanî tûğgeneral Emîr Elî Hecîzade îfade kiribû ku, amade ne van teyarên ku agahî û kodên wan hatine deşîfrekirin çêbikin.

Bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin