Îran Li Xalîça Besrayê Baregehek Nû Ya Eskeriyê Ava Kir

Li gor xebera ajansa Farsê, hat gotin ku Îranê li xalîça Besrayê baregeheke nû ya eskerî avakiriye.

 Li gor xebera ajansa Farsê, hat gotin ku Îranê li xalîça Besrayê baregeheke nû ya eskerî avakiriye. Li gor xeberê amanca avakirina baregehê han, parastina giravên Ebû Mûsa, Tûnbên biçûk û mezin yên li wir û zêdedirina ewlehiyê ye.

Baregeha eskeriyê bi tevlîbûna qomandarê muhafizên şoreşê tumgeneral Muhammed Elî Caferî, li bajarê Benderê Lengeyê ya ku bi ser eyaleta Hurmuzganê ve ye hat vekirin.

Li Îranê emniyeta Behra Ummanê ji hêzên behrê, ewlehiya xalîça Besrayê jî ji muhafizên Şoreşê tên xwestin. Pengava Hurmuzê ya ku  pirê petrola dinyê lê neql û transfer dibe, di xalîça Besrayê de ye. www.bangaheq.net

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin