Siyonîst Îsraîl mîna serxwoş û bêhişan, tehdîdên herb û şer divirvirîne. Ev jî normal e lewra çar aliyê xwe dijmin û dijberê xwe dibîne. Pişta xwe tenê bi Emrîka girêda ye. Hebûn û pêşveçûna Îran û Hîzbûllah û Misrê, ji xwe re talûke dibîne. Ji ber vê yekê jî ev serê çendakiye peyva herbê wekî benîşt di devê xwe de dicû.
Li ser peyv û tewrên Îsraîl, Cimhûriya Îslamiyê Îran tehdîdên mezin kirin. Berî niha diyar kiribû ku eger şer biqewime, wê siyonîst Îsraîl bê helweşandin û ji holê rabe. Niha jî qomanderekî Hêzên hewayê yê Îranê Emîr Elî Hecîzade di beyana xwe de wiha diyar kir “Îsraîl bê Emrîka nikare tu êrîşî bike. Eger şer biqewime, ewê merkezên Emrîka yên li Bahreyn û Qatar û Eğanîstanê bibin hedefên me. Li gor me van merkezên Emrîka, bi erdên Emrîka re hemqîmet in.”
Li aliyê din Îran bi Google re têkiliyên xwe birîn û tora xwe ya înternetê ya netewî da dest pê kirin. Ji hikûmetê berpirsiyarek da zanîn ku bi vê tora înternetê tê amanckirin ku xebatên ewlehiya sîberê xurtir bibin. (bangaheq)