Îran û Çîn qebareya xwe yê Tîcaretê derdixin 600 milyar dolarê

Piştî ku danekirinên li Îranê hatin rakirin ziyareta herî ewil ji teref Serokê Dewleta Çînê Şî Cînpîng ve hat ziyaret kirin. 3 alîkarên serokê, 6 wezîr û lijneya karsazê beşdarê ziyaretê bûn

Di ziyareta ku ji teref Serokê Dewleta Çînê Şî Cînpîng ve hat kirin de di nabeyna 2 welatan de 17 protoqolên hevkarî hatin îmza kirin. Her wiha hat ragihandin ku di nabeyna her dû welatan de ji bo ku qebareya bazirgantiyê derkeve 600 milyar dolarê hevdîtin hatiye kirin.

Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî û Serokê Dewleta Çînê Şî Cînpîng li Têhranê di Qesra Sadabadê de bi hev re hevdîtin kirin. Piştî hevdîtinê daxuyaniyekê hevpar hat lidar xistin. Ruhanî wiha axivî: “Ji bo ku plana 25 salî were amade kirin û qebareya di nabeyna her dû welatan de di nabeynan 10 salan de derkeve 600 milyar dolarê hevdîtin hat kirin.”

Ruhanî diyar kir ku li gel têkiliyên aboriyê di derbarê ewlehî û parêziyê de jî hevdîtin çêbûne. Her wiha Ruhanî diyar kir ku di bin serenavên terorîzm, aşirî û tekoşîna bi tundiyê de hevdîtin hatine kirin. Di naveyna Îran û Çînê de di serî de aborî, senayî, çand, zêdekirina hevkariya  nûklerê bi tevahî 17  hevkarî hatiye îmza kirin.

Wek ku tê bibîr anîn Serokê Dewleta Çînê Şî Cînpîng beriya hatina wî tê Îranê çûbû Siûd û Misrê. (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar