Îran û Rûsya ji DYAyê re bertek nîşan dan

Ji teref Îran û Rûsyayê ve ji êrîşa mûşekî ya ku ji teref DYAyê ve li baregeheke asimanî hat kirinre bertek hat nîşandan.

Her weke ku tê zanîn ji teref DYAyê ve bi mûşekan êrîş li baregeheke asimanî ya rejîma Sûriyê hat kirin.

Ji ber vê êrîşa ku hat kirin ji teref Îran û Rûsyayê ve daxuyanî hat dayîn û ji êrîşê re bertek hat nîşandan.

 Di daxuyaniya ku ji teref Wezareta Karên Derve yê Îranê ve hatiye dayîn de hat diyarkirin “ Em êrîşa DYAyê şermezar dikin. Ev êrîşa ku hatiye kirin dê rewşa li Sûriyê xiraptir bike.”

Di derbarê êrîşê de daxuyaniyek jî ji Vîlademîr Safronkovê Arîkarê Temsîlkarê Daîmî yê YAyê yê Rûsyayê ve hat dayîn.Di daxuyaniya ku hat dayîn hat diyarkirin  mudaxeleya eskerî  dê bibe sedema netîceyên neyînî û ew ê ji vê yekê jî kesên ku vê dane destpêkirin dê mesûl bin.

Safronkov ji ber ku pirsa netîceyên neyînî hat pirskirin got ‘Li Lîbya û Iraqê binêrin.” Û halê welatên ku ji teref DYAyê ve hatine îşxalkirin di bîran xist.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe