Îranê îdiaya şandina çekan ji Îranê bo Yemenê derewand

Berdevka wezareta karên derve ya Îranê derbarê îdiaya şandina çekan ji Îranê bo Yemenê daxuyanîyen belav kir u ragihand: Hin idiayên li derbarê şandina sîlehan ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê bo Yemenê bi temamî derew in.

Wezareta karên derve ya Îranê, Merziye Efxemê got : Ev idiayan qet nikarin êrişa eskerî ser Yemenê pîne bikin.

Efxem tekez kir ku: Nameya îmzebûyî navbera kompaniya balefiran a Komara Îslamî ya Îranê û kompaniya balefiran a Yemenê li çarçêva lihevhatinên li bara xebatên esmanî yên sivîl û ticarî bûye û ji dema îmzekirina hevhatinê heya niha çend balefir ên hilgirên alîkariyên dewa û dermanan û kelûmel tenduristiyê çûne Senayê û barên xwe radestî Rêxistina Hîva sor a Yemenê kirine . 
 

Efxem wiha pê de çû: Berdevka wezareta karên derve ya Yemenê ji ber asta xisar û û qurbaniyên encama êrişên esmanî ser welatê Yemenê daxawaz alîkariya sazî û civakên navneteweyî bona gihandina alîkariyê bo gelê bêguneh ê Yemenê û rawestandina êrişan kir. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vera problemê bêkarîye vengdaîşê viraştiş u istixdamî
"Parastina mafên mirovan sûc nîne"
Li Dîyarbekirê 48 hezar û 579 esrara kenewîr hatin îmhakirin
Ew ê beşdarî Kongreya Bajarê Dîyarbekirê bibe
Banga civîneke çapemeniyê ya girseyî hat kirin