Iraq Dîsa Bû Gola Xwînê

Iraq dîsa bû gola xwînê. Do li çend deveran dîsa êrîşên bombeyî qewimîn, wesayîtên bombekirî teqiyan.

Iraq dîsa bû gola xwînê. Do li çend deveran dîsa êrîşên bombeyî qewimîn, wesayîtên bombekirî teqiyan. Di hadîseyan de bi kêmanî 33 kes hatin kuştin, dora 75 kes jî birîndar bûn.

2 hadîseyên teqînê li bajarê Hilleyê qewimîn. Di van teqînan de 14 kes hatin kuştin. 22 kes jî birîndar bûn. Hat gotin ku wesayîteke li ber camiya Zeynel Ebîdîn, piştî nimêja meğrîbê teqiyaye. Dûre jî bombekê ku li nêzî camiyê hatibû bikeyskirin teqiya. Di hadîseyê de rewşa hinek birîndaran xeddar e.

Vê sibehê jî li bajarên Kerkûk û Tûzxûrmatûya Selaheddînê teqîn qewimîn. Di hadîseyan de 19 kes hatin kuştin. Bi kêmanî 55 kes jî birîndar bûn. Li gorî îfadeya polîs, di navbera 5 deqîqeyan de du wesayîtên bombekirî teqiyane. Kesên birîndar rakirine nexweşxanê.

Do û pêr jî li Iraqê di hadîseyan bombeyî de 61 kes hatibûn kuştin. Gelek kes jî birîndar bûbûn. BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin