Iraqê heciyên Tirkiyê li Mûsilê rawestand

Iraqê heciyên Tirkiyê li Mûsilê rawestand

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Iraqê 16 otobusên ku tejî welatiyên Tirkiyê yên ku wê çûban Mekkeyê, li bajarê Mûsilê rawestandin.

Li gor rojnameya Tirkiye a Tirkiyê, 16 otobusên ku welatiyên Tirkiyê di nav de bûn û wê ji bo qesabî û hinek karên din çûban Mekkeyê, li Mûsilê ji aliyê leşkerên Iraqê ve hatine rawestandin. Berî niha jî hikûmeta navendî ya Iraqê bi bihaneya ku vîzeya wan nîne, ew welatî vegerandibûn Slopyayê. Piştî ku vîze wergirtin, dîsan dest bi rêwîtiyê kirin û ji bo biçin hecê, li Mûsilê ji aliyê leşkerên Iraqê ve hatin rawestandin.

Namzetên hecê jî derbarê rawestandinê de gotin: “Leşkeran derdora me girtine û nahêlin em rêya xwe bidomînin, nêzîkatiyên wan pir tund in û em di rewşekî pir xirab de ne.”

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Grûba xozan ke kewte merkezê ca bîyê vêniyaye
Îşkenceya li girtîgehên sîyonîstan eşkere kir
Dikandaran derxistin kolanan
5 hezar û 400 şitlê esrarê hatin bidestxistin
Alîkarê fermandarê cendermeyan û jina wî hatin girtin