Sal 1986 Iraqa Seddam Huseyîn li gel şerê bi Îranê re hêzeke mezin şand ser Kurdistana Iraqê. Armanc kuştina hemû mêrên Kurd ji 13 salî heta 70 salî bû. Ji bo ev armanc pêk bê, hemû rê û awa mubah bû. Bombekirin, ji bin ve wêrankirina gund û bajaran, qetlîamên mezin hat pêk hanîn
Van êrîşên hovane 3 salan dom kir, lê êrîşên herî mezin di sala 1988an de rûda, Helebçe yek ji wan êrîşan bû.. Di encamê de 182 hezar kesên Kurdistanî hatin kuştin, ji 4 hezar û 665 gundên başûrê Kurdistanê 4 hezarê wê bi erdê re kirin yek, bajarên wek Qeladiza, Seydsadiq yek mala ku ava, nema. 3 hezar camî, 2 dibistan, 300 nexweşxane û 27 kilîse wêran kirin. Milyonek Kurdistanî cî û warên xwe berdan bi çol û çîya ketin. Elektrîk, telefon, rê hemû felc bûn, zevî û ziraet beyar man, heywanê kedî neman. Dema leşkerên Seddam trîbuna bendava Dukanê vekir, bi sedan gund bi xanî û mal û zevîyên xwe di binê avê de man.
Di 14 Nîsanê 1988î de ji aliyê Serokê Iraqê yê kevn Sedem Huseyîn ve dest pika komkujiya gelê kurd pê kirîye. Îro 14 Nîsanê ye ku weke roja Enfalê li Başûrê Kurdistanê hatiye binavkirin.
Her sal di rojek weke îro de karesata Enfal a di encamê de ji jin, keç, zarok, mêr û pîr 182 hezar kurd hatiye qetilkirin.
Enfal navê komkujiyeke (tevkujiyeke) li Başûrê Kurdistanê ji aliyê rejima Bees ve hatiye pêk anîn e. Navê xwe ji ayeta Quranê ya Enfalê digire.
Pêla dawî ya Enfalê di 23ê reşemiyê 1988î de li dijî kurdan li Silêmaniye destpêdike. Li (Cafetî) tevkujî tê destpêkirin û di 6ê îlonê 1988î de li Zaxoyê bidawî dibe. Ji Zaxoyê heya Çiyayê Hemrînê ti wargehekî kurdan nayê hîştin.
Dîsa Qeladizê, Şivan, Axçeler hwd gelek navçe tên rûxandin. Gelên li vir tên qetilkirin û hinek ji wan jî direvin Îranê û Tirkîyeyê. Gelek jî dîl tê girtin û di kampên tunekirinê de tên komkirin.
Gorî statîstîkên navneteweyî li dora 182 hezar kurd hatine qetilkirin an windakirin. Îro hinek ji wan windayiyan di goristanên giştî de tên dîtin.
Dîsa hatiye tesbîtkirin ku pirraniya kurdan bi saxî hatine binerdkirin. Piştî têkçûna sazûmaniya Bees li seranser Iraqê, gelek kom-goristanên qurbaniyan hatine dîtin û li ser wan lêkolîn hatine kirin.
Rejîma Bees di sala 1983ê 8 hezar mêrên eşîra Barzanî dîl û esîr digire û dikuje. Bi deh hezaran Kurdên Feylî herwiha dikuje û bi programa Enfalê jî dixwaze vîn îradeya gelê Kurd ji holê rabike
Parlamentoya Kurdistanê roja 14ê Nîsanê, ji bo bibîranîna Enfala reş, îlan kirîye. (ÎLKHA)