İro salvegera hîcreta Pêxember ‘Eleyhîsselat û Wesselam ji Mekkehê bi bal Medîneyê ve ye. Di heman demê de iro roja ‘ewil a sala hîcrî ye.
Teqwîma Hicrî, teqwîma Îslamî ye ku hîcreta Pêxemberê me ‘Eleyhîsselat û Wesselam esas digre. Bi hîcreta nebewî Pêxemberê me karên Musulmanan yên sîyasî û civakî xistibû rê.
Teqwîma hicrî, di dema Hezretî ‘Umer de bi esas girtina salên qemerî hat çêkirin. Sala ku hîcret hatibû kirin bibû sala ‘ewwil a vê teqwîmê. Roja ‘ewil a Meha Muherremê bî roja ‘ewil a teqwîma hicrî û sersala hicrî.
Ji bo Musulmanan roja ‘ewil a meha Muherremê “sersal” e. Di Îslamê de sala nû bi, bi roja ‘ewil a Muherremê destpê dike. Musulman, sala xwe ya nû, ‘îd û cejnên xwe, Remezan û Qurbanê, Heccê û dana zekata xwe li gor vê teqwîmê tenzîm dikin. Lewra Allah Te’ala gotiye: Hejmara mehan dozde ne.
Li gor vê yekê, Musulman nikarin cejn û ‘îdên ne Îslamî û sersalên din bi pîrozbahiyan pîroz bikin. Van kirinan ne îslamî ne, tên me’na piştgiriya kufrê.
Musulman divê ‘ewwil peymana dane Allah Te’ala bibîra xwe bînin, li gor Quran û Sunnetê jiyaneke layiqê navê Musulmaniyê dewam bikin.
Bi vê wesîleyê em malbata bangaheq sersala we ya hicrî pîroz dikin ji Rebbê xwe niyaz dikin ku bibe wesîla gelek xêran. www.bangaheq.net