Îşgalkerê Efğanîstanê Mecbûrî Talîban Dibe

Îşgalkerê Emrîka bi hêzên muttefîkên xwe, di 2001ê de ketibûn Efğanîstanê. Zen dikirin ku, wê bi vê îşgalê muzaffer bibin.

 Îşgalkerê Emrîka bi hêzên muttefîkên xwe, di 2001ê de ketibûn Efğanîstanê. Zen dikirin ku, wê bi vê îşgalê muzaffer bibin. Feqet tu carî qawet û tesîra Talîban ne şikandin. Her çi qas li paytext Kabîl û derûdora wê, hinek hakîmiyeta îşgalkeran hebe jî, li welêt hukm û giraniya Talîban dewam dike.

Di van rojan de hêzên îşgalker, hem li ber êrîşên Talîban yên tê gotin ku wê li dar bixe, amadehiyan rast dike, ji zû ve li dû riya ne ku ew û Talîban li hev bikin. Hefta borî serekdewletê Efğanîstanê Hemîd Karzaî, hem bi Barak Obama re hem jî bi serekwezîrê Îngîlîstanê Davîd Kemrin re hevdîtin pêk anîn û dûre diyar kir ku, ji hevdîtinên bi Talîban re amade ne.

Hemî Karzaî konseyeke bi navê konseya bilind ya aştiya Efğanê da sazkirin. Konsey li ser çarçova lihevkirinê raporek hazir kir. Li gor raporê riya siyasetê ji Talîban re tê vekirin. Di îdarê de jî gelek desthilatdarî dixwazin bidin Talîban, mîna walîtiya eyaleta Heratê, serekê teşkîlata polîs û hinek parlementerî.

Wekî tê zanîn Pakîstan jî, destekê didê hevdîtinan. Çendakî berê 26 mensûbên Talîbana Pakîstanê hatibûn berdan. Muxalefet û konseyên alimên Pakîstanê jî, destekê didin lihevkirinan û didin zanîn ku bê Talîbanê, hizûr û aştî nayê Pakîstanê.

Bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin