Îshak Saglam:Divê mafê perwerdehîya zimanê zikmakî bê dayîn û Kurdî bibe zimanê fermî

HUDA PARa ku bi şîara “Pêşî Însan, Pêşanî Edalet” derket qada siyasetê Kongreya Mezin a Asayî ya 4emîn dest pê kir.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam di kongreya ku berdewam dike de axavtinek kir û balan kişand li ser mesele û mafên Kurdan.

“Ji bo çareserîya meseleyê divê ji Kurdan re mafê perwerdehîya zimanê zikmakî bê dayîn û zimanê Kurdî jî bibe zimanê fermî”

Saglam di axavtina xwe ya ku kir de derheqê meseleya Kurd û mafên Kurdan ên ku nayên dayîn de wisa got: “Ji bo mesele û problem ji kokê bê çareserkirin divê ew pênasa welatîbûnê ya ku li gor qewmekî hatiye kirin û di makezagonê de cî digire divê bê guhartin. Ew zihniyeta ku nasname û mafên Kurdan nabîne û nas nake bi şikleke kamil ji holê ranebûye. Ji bo çareserîya meseleyê divê ji Kurdan re mafê perwerdehîya zimanê zikmakî bê dayîn û zimanê Kurdî jî bibe zimanê fermî.”

“Quds sembola azadîya alema Îslamê ye”

Saglam di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser meseleya Filistînê û wiha got: “Ji bo dawî li îşxalê bê anîn ez ji vê derê bang li hikûmetê dikim. Komareya Tirkîyeyê ya ku ji Osmanîyan maye dewleta ewil e ku rejîma îşxalê nas kiriye ku ev yek ji bo welêt sedema şermê ye. Dawî li vê şerm û eybê bînin û êdî şebekeya terorê wek dewletekî nas nekin. Temsîlkarên rejîma siyonist ji bajara Hecî Bayramê Welî biqewirînin. Ji bo birayên me yên Filistînî li dijî çeteya terorê bi hêz û quwet bibin ji wan re alîkarîya çek û teknolojîyê bikin.”

Saglam di berdewama axavtina xwe de derheqê meseleyên curbecur de wisa nirxandinan kir:

-Di lêpirsînên ewlehîyê de prensîba şexsîbûna sûc û cezayê tê binpêkirin.

-Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî.

- Quds sembola azadîya alema Îslamê ye.

-Benda hilbijartinê divê bi temametî bê rakirin û ji bo reqabeta adil ji temamê partîyên siyasî re ji xezîneyê alîkarî bê kirin.

-Divê temamê baregahên aîdî Amerîka û NATO yên li welêt nexasim jî yên li Încîrlîk û Kurecîkê bên girtin.

-Ji bo li Sûrîyê çareserîyeke mayînde bê tesîskirin divê welatên emperyal herêmê terk bikin.

-Divê di polîtîkaya derve de yekîtîya Îslamê esas bê girtin.












İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Şirnexê xebat ji bo vekirina rêyên gundan ên ku ji ber berfê girtî bûn, berdewam dike
Ji 3 hezarî zêdetir dar hatin qutkirin
Nan û xwarina germ belav kir
3 wesayît bûn xwelî
Wê li giştîyê welat şilî tinebe