Îsmaîl Haniye li Qahîreyê bi Serokê Îstîxbarata Misrê re civiya

Heyeta ku Îsmaîl Heniyyeyê Serokê Buroya Siyasî ya HAMASê jê re serokatî dikir ûli Misrê bû, li Qahîreyê bi Midûrê Îstîxbarata Misrê Abbas Kamil re civiya.

Di daxuyaniya ku ji hêla HAMAS ve hat kirin de, hat diyarkirin ku di hevdîtina li Qahîreyê de, aliyan mijarên herêmî û her wiha têkoşîn û serfiraziya berxwedana Filistînê ya li pêşberî êrîşên dawî yên rejîma dagirker nîqaş kirin.

Di civînê de, hemî aliyên nûavakirina Xeta Gazzeyê hatin nîqaşkirin, û têkiliyên bi Misrê re û awayên pêşxistina van têkiliyan hatin nîqaşkirin.

HAMAS ragihand ku şandeyek di bin serokatiya Haniye de li ser vexwendina rêvebiriya Misrê ji bo destpêkirina diyalogê li ser cûrbecûr pêşkeftinên meydanî û siyasî doh çû Qahîreyê.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji bo parastina tenduristiya piştê divê mirov bala xwe bide çi?
Erşîrkerdo ke lîseya Sêwrege de bi sîlihan 16 kesî birîndar kerdibi, xo kîşt
Ji İTTİHADUL ULEMAyê daxuyaniya piştgiriyê bo çalakiya Mewlûda Nebî
16 kes birîndar bûn
Ji qeşaya çandiniyê, berf û bahozên tozê haydar bin