Îsmaîl Henîyye bi Serokkomarê Libnanê Avn re hevdîtin kir

Serokê Buroya Siyasî yê HAMASê Îsmaîl Henîyye bi Serokkomarê Libnanê Mîşel Avn re hevdîtin kir.

Di hevdîtina ku li Beyrûdê di Qesra Serokomartîyê de hat kirin de doza Filistînê, berxwedana ku di şerê Şûra Qudsê de hat nîşandan hat nirxandin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di hevdîtina ku hat kirin de Serokkomarê Libnanê Mîşel Avn desteka xwe ji bo berxwedan û doza Filistînê anî zimên û ji ber zafera ku hat bidestxistin pîrozbahîyên xwe ji bo HAMASê anî zimên.

Piştî hevdîtinê Henîyye û lijneya pê re Serokê Meclîsê Nebîh Berrî û Serokwezîr Hesen Diyab re hevdîtin kirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bendawan de kontrolkerde awe dımeşîyena
Werin em bibin yek û xwe bi benê Xwedê ve girêbidin
Em bêyî şopandina Sunneta Pêxember nikarin bigihîjin tu derê
Ev yekîtî ji bo tevahiya cîhana Îslamê mînakek baş e
Divê demildest ji bo Netanyahu fermana girtinê were dayîn