Îsmaîl Heniyye bû lîderê nû yê HAMASê

Ji Serokatiya Buroya Siyasî yê HAMASê re Îsmaîl Heniyye hat hilbijartin.

Di hilbijartinên ku hatin kirin de ji Serokatiya Buroya Siyasî yê Harekata Berxwedana Îslamî re  Îsmaîl Heniyye hat hilbijartin.

Di xebera ku televîzyona El-Cezîrê de hat weşandin de hat diyarkirin di hilbijartinên ku hatin kirin de ji Serokatiya Buroya Siyasî yê Harekata Berxwedana Îslamî re  Îsmaîl Heniyye hat hilbijartin û ev yek ji teref Xalid Meşal bi xwe ve hatiye daxuyandin.

Di hilbijartina ku di navbera Xazze û Dohaya paytexta Qatarê bi pergela ‘vîdeo konferans’ hat kirin de di hilbijartinên ku hatin kirin de ji Serokatiya Buroya Siyasî yê Harekata Berxwedana Îslamî re  Îsmaîl Heniyye hat hilbijartin. Li gor agahiyan diviyabû di serî de Îsmaîl Heniyye û lîderên din ên HAMASê çûbana Dohayê, lê ji ber ku Deriyê Sînora Refahê girtîbû nikaribûn biçin.

Heniyeya ku ji serokatiya HAMASê re hat hilbijartin him ji ber zafiyeta ewlehiyê û him jî ji ber îxtîmala hedef girtina Îsraîlê sîyonîst tê diyarkirin derkeve derveyî Xezzê. Îsmaîl Heniyyeyê ku ji Serokatiya Buroya Siyasî yê Harekata Berxwedana Îslamî re  hat hilbijartin bû serokê sêyemîn a hareketê.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin