Îsraîl di sala 2015an de li Quds û li Herêma Rojava 471 avahî xera kir

Ofîsa Kordînasyona Têkilîyên Însanî yên Neteweyên Yekitî(OKTÎNY) destnîşankir ku îsraîla îşxalker di sala 2015an de li Quds û Herêma Rojavayê 417 avahî xera kir.

Li gor agahîyên OKTÎNYê îsraîla îşxalker di sala 2015an de li Quds û Herêma Rojava tevde 417 avahîyên Filîstînî xera kiriye. Her wiha li gor agahîyan ji  ber xerakirina van xanîyan 277 jê zarok tevde 495 filîstînî bêmal mane.

Di raporta ku ji teref OKTÎNYê ve hatîye weşandin de hat destnîşankirin ku malên ku hatine xerakirin hinek ji wan bi hinceta bêrûxsatbûnê hatine xerakirin.

Di raportê de her wiha hat diyarkirin ku îsraîlê îşxalker li herêma 37 xanîyên ku xerakirine de herêmê eskerîyê îlan kiriye.

Di raparo ku hatîye weşandin de her wiha di derbarê tundî û şideta ku sîyonîst îsraîl li hemberî Filîstînîyan bi kar tîne jî hat rawestin. Di raporê de hat destnîşankirin ku di naveyna heftîyekê de 8 jê zarok  tevde 54 Filîstînî ji ber tundîya îsraîl birîndar bûne û her wiha di naveyna heftîyeke dawî de jî 98 Filîstînî jî hatine tewqîfkirin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar