Îsraîl Dijminê Tarîxê Ye

Do na pêr dozerên Îsraîlê îşgalker, li dora Mescîda Eqsayê, dest bi xerakirina bînayên tarîxî kir.

 Do na pêr dozerên Îsraîlê îşgalker, li dora Mescîda Eqsayê, dest bi xerakirina bînayên tarîxî kir. Li gor saziya mîrasa weqf û kulturê ya El Eqsayê, Îsraîl dixwaze li nêzî Mescîdê Eqsayê kompleksekê ava bike. Wê di kompleksê de, sînagog, salona pêşwaziyê, merkezeke polîs, muze û hemam hebe.

Belediya Qûdsê ya bi îdara siyonîst ve girêdayî, par îzin da bû ku, li kuçên Ereban navên Îbranîce bên dayîn, sînagog bên avakirin, bînayên li ber dîwarê yahûdiyan bên restorekirin.

Wekî tê zanîn ordiya îşgalker, malên Fîlîstîniyan xera dike, camiyan texrîb dike. Qirara avakirina xaniyên Yahûdiyan derdixe. Do kember û xaniyên ku Mescîda Eqsayê li ser piya dihêlin, ji teref dozerên siyonîst ve, xerakirina wan dest pê kir. Her wiha di bin erdê de, kolandina siyonîstan jî dewam dike.

Do li Qahîrê Hamas, bangî welatên muslumana kir ku, bilez û acîl ji bo Mescîda Eqsa û Qûdsê tedbîran bigrin. Her wiha ji teşkîlata dewletên yekbûyî û cemiyeta cîhanê xwest ku, li ber van zulm û bêhiqûqiyan mesûliyeta xwe bînin cîh.

bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin